Jinên êzidî dirûnxaneya kampê birêve dibin

09:14

Rûken Dêrik/JINHA

DÊRIK- Jinên êzidî yên ku ji ber zilm û êrîşa qirkirinê neçar mane ji cih û warê xwe koçbikin, li Kampa Newrozê jiyana xwe ya nû înşadikin. Jinên ku dirûnxane vekirine bi hêza xwe rêvedibin û ji civakê re xizmet dikin.

Li Kampa Newrozê ya girêdayî bajarê Dêrika Kantona Cizîrê jinên êzidî yên ku Şengalê koçber bûne, xebatên civakî û xweser pêşdixin. Dirûnxaneya ku bi daxwaza jinan hatibû vekirin, ji bo kampê xizmeteke girîng pêk tîne. Jinên ku li dirûnxaneya kampê dixebitin ji ajansa mera têkîldarê xebatên xwe nirxandin kirin.

'Ez şeş mehe li dirûnxanê dixebitim'

Nedîme Şemo diyar kir ku ew 5 jin li dirûnxaneyê kar dikin û wiha axivî: "Ez şeş mehe li vir kardikim. Em ciwan bi hev re xebata dirûnxaneyê dimeşîn in. Ji ber dibistanên me tune ye, em wiha xizmetê dikin. Ji bo civaka me jî dibe sûdek."

'Piştî fermanê me tecrûbeyên girîng bi dest xist'

Lorîn Qasim jî da zanîn ku ew du sale li dirûnxaneyê dixebite û wiha got: "Li ser daxwaza me ev dirûnxane hate vekirin. Me xwest pêdiviyên civaka xwe pêk bînin. Ji siharê heya êvarê em dixebitin. Jin dikare her karekê bike. Îro jinên me çek rakirine. Divê jin di mal de nemîn in. Piştî vê fermanê, me tecrûbeyên girîng bidest xistin. Em nema vegerin paş ve."

'Pêwîste jin xwe bi rêve bibe'

Meyan Xwedêda jî bi lêv kir ku ew dixwaze biçe dibistanê lê ji ber şert û mercên heyî derfet nade ew neçar maye ji bo aboriya xwe pêk bînin bixebitin û wiha domand: "Em li vir kareke baş dikin. Em xwe bi xwe birêve dibin. Kêfa me bi vî karî tê. Pêwîse jin xwe birêve bibin. Piştî fermanê divê êdî jinên me bindestiyê qebûl nekin. Ez dixwazim jin li xwe bifikire, karên baş bike."

(en/rc)