Meclîsa Jinê ya KESK'ê: Em dev ji destkeftiyên xwe bernadin

14:34

JINHA

ENQERE - Meclisa Jinan a KESK'ê diyar kir ku serweriya AKP'ê dê bi hedefgirtina jininan, bi êrîşên li ser jinan û bi dijminantiya xwe ya li hemberî jinan di dîrokê de cihê xwe bigire û diestnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û dest ji destkefitiyên xwe bernedin.

Meclîsa Jinê ya Konferederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî êrîşên ku destkeftiyên jinan hedef digire peyama "Em xwedî li beden û nasnameya xwe derdikevin" dan û li ber Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê daxuyanî dan. Jinan pankarta "Em dev ji kar, pêşeroj û destkeftiyên xwe bernadin" vekirin û dirûşmên "Bijî piştevaniya jinan" "Ne darbe ne OHAL, demokrasî niha" berz kirin.

Li ser navê jinan Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulîstan Atasoy axivî û diyar kir ku Qesr û AKP darbeyê wekî "lutfa xwedê" nirxand û wiha berdewam kir: "Bi hemû pêkanînên nehiqûqî ve li hundir û derve polîtîkayê şer tê kurkirin û ji bo rejîma yek zilam bixin jiyanê welat ber bi kaos û tarîtiyê ve dibin."

Atasoy anî ziman ku AKP hemû kesên ku wekî wan nafikirin dike hedef û hêzên ked, demokrasî û aştiyê dijmin tên îlankirin û wiha berdewam kir: "Di pêvajoya ku tê xwestin faşîzm bi cih bibê de em Meclîsa Jinê ya KESK'ê pêk tînin." Atasoy anî ziman ku di bin navê têkoşîna li dijî darbekaran de hemû raya giştî tê tasfiyekirin.

Atasoy da zanîn ku zêdetirî 200 endamên KESK'ê hatine îxrackirin bi hezaran jî ji kar hatine durxistin, bi binçavkirin û girtinan ve jî tê xwestin wan bêzar bikin. Atasoy anî ziman ku AKP wekî îxtidarekî dijminê jinan e derbasî dîrokê bûye.

(sdt/sy/mk)