Rêxistinên kedê binçavkirin şermezar kirin

15:01

JINHA

ENQERE - Sendîka û rêxisxtinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên kurd ku mirovên sendîkayî jî di nav wan de hebûn dan û wiha hat gotin: "Hemû kesên ku polîtîkayên hikûmetê napejirînên û rexne dikin tên binçavkirin û girtin. Em girtina 18 siyasetmedaran şermezar dikin û bang li hikûmetê dikin demildest bên berdan."

Bertekên li hemberî operasyonên qirkirinên siyasî yên li Enqereyê zêde dibin. Sendîka û rêxistinên hempîşeyên Enqereyê jî bertek nîşanî binçavkirinan dan. Nûneriya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Enqereyê, Platforma Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemaweriyê (KESK) a Enqereyê, Koordînasyona Lijneya TMMOB'ê û TTB'ê derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek hevpar dan.

Di civîna ku li salona Egîtîm Senê ya Hejmar 2 pêk hat de pankarta "Zext, binçavkirin û girtin me bêzar nakin" hat daliqandin. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Serokê Egîtîm Senê ya Hêjmar 2 Ozgur Bozdogan ve hat dayîn. Bozdogan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi hezaran kedkar ji kar derxistine bi sedan jî binçavkirine û li hemberî endam û rêveberên partiyên siyasî yên ji bo xwe wekî muxalif dibîne hiqûqa darbeyê pêktîne.

Ozgur, anî ziman ku dest danîne ser vîna gel, hiqûq hatiye binpêkirin û wiha got: "Binçavkirin û girtinên di bin navê OHAL'ê de tên kirin ji zîhniyeta darbekaran ne cudatire. Ji ber ku bi darbeyê her tim xwestine hiqûqê ji holê rakin û kesên hêzê di destê xwe digirin dixwazin hemû kesan bixin bin kontrola xwe. Kesên ku polîtîkayên hikûmetê na pejirînin û rexne dikin bi serdegirtina malan tên binçavkirin. Serketerê Egîtîm Sena Hejmar 2 Mazlum Bîrcan, endama şaxê Sevgî Kîşîn Sazan, Sekretera jin a şaxa BES'ê ya hejmar 1 Denîz Akil jî di nav de 18 kedkar û rewşenbîr hatin binçavkirin. Dixwazin çong li aliyên civakê yên berfireh bidin şikandin. Em bang li hemû aliyên ji bêhiqûqiya îktîdarê acizin dikin ku li hemberî êrîşên topyekûn, bêyî ku em li benda dora xwe bimînin xeta têkoşînê ava bikin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin."

Her wiha Ozgur, xwest ku 18 kesên duh hatine binçavkirin demildest serbesr bên berdan.

(sdt/sy/mk)