Li Erdîşê jin ji keleman amadekariya zivistanê dikin

09:10

Vîldan Atmaca / JINHA

WAN- Li herêma Serhedê bi hatina sermayê re jinan dest bi amadekariya zivistanê kir. Jinên ku bi rihê komunal amadekariya zivistanê dikin li şûna ku xwarinên li marketê bikirin xwarinên xwe bi destê xwe çêdikin.

Bi hatina sermayê re li herêma Serhedê jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Jinan amadekariyên zivistanê ji mehên havînê de dabûn destpêkirin û bi payîzê re temam dikin. Jin tirşî, hişkirina sebzeyan, dagirtina penîr û gelek hilberînên din çêdikin. Li navçeya Erdîş a Wanê jinan bi destên xwe yên bereket amadekariyên zivistanê didomînin. mehên havînê sebze hatin hişkirin û niha jî bi kelemên navdar yên Erdîşê tirşiyê çêdikin. Şekernaz Oguz têkildarî amadekariyan de agahî da û got ked û bereketa jinên Kurd li her qada jiyanê heye.

Bi keleman tirşiyê çêdikin

Şekernazê da zanîn ku li Erdîşê zivistan gelek dirêj û sare û got herî zêde jî tirşiya kelemê zivistanê tê xwarin. Şekernazê wiha got: "Em bi mehên havînê re amadekariyan dikin. her sal em di bîdonên 5 kîlo de tirşiyan çêdikin. Ez tevahî 25-30 bîdon tirşî çêdikim. Kelem bi tirkî lahaneye. Tirşiya kelemê bi şorba çortî, girarê gelek xweşe.wekê din jî ligel hemû xwarinan tê xwarin."

'Tirşiyên me ne wek yên markêtane'

Şekernazê di berdewamiya axaftina xwe de got tirşiyên xwe zivistanê bi dil rehetî dixwin û wiha pê de çû: "Em bi dilrehetî tirşiya xwe dixwin. Ti nav de madeyeke ku em nizanin tine. Tirşiyên me gelek başin. Ne wek yên marketana. Em ji bo zivistanê ji bo sarmeyan jî keleman vedişêrin. Em di suravkê de diparêzin."

'Bi jiyana komunal tirşî tên çêkirin'

Şekernazê destnîşan kir ku di rojên sermayê de jî tirşî ji bo şewbê pir başe û wih agot: "Em şîrke, sîr, xwê û avê dixinê. Em ne pîvanan, li gorî xwe çêdikin. Em xiyar, îsot û balcanê jî dixinê. Em li cihên hênik diparêzin. Tirşiyên min yên sala borî jî hîna hene. Em dema tirşiyên xwe çêdikin, cînar û heval jî tên alîkariya me. Li cem me Kurdan alîkarî û jiyana komunal heye."

Şekernazê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku amadekariyên zivistanê kevneşopiyeke jinên Kurdin.

(ng/hu)