Gulîstan: Di koletiya moderin de keda jinê tê bikaranîn

09:01

Habibe Eren / JINHA

ENQERE-Sekretera Jinan a KESK'ê Gulîstan Atasoyê qanûna 'karkeriya kirê' ya ji bo boriyên îstîhdama taybet nirxand û got şertên xebata bê ewlehî herî zêde bandorê li ser jinan dike û got keda jinê tê bikaranîn.

Di rojên borî de qanûna 'karkeriya kirê' di rojnameya fermî de hat weşandin. Bi vê qanûnê re Buroyên Îstîhdama Taybet (OÎB) yaran re ewlehiya kar ji holê tê rakirin û mafên karkeran yên hatine qezenckirin jî tên xespkirin. Sekretera Jinan a KESK'ê Gulîstan Atasoyê têkildarî mijarê de nirxandin kir û got buroyên îstîhdama taybet ji 2003'an heta niha di mevzuata qanûnî de heye û wih agot: "Dem bi dem deshilatdariyan ji bo pêşketina bernameya îstîhdamê qanûnên tûrik yên cuda re amadekarî kiriye. Lê her carê pergaleke li dij mafê mirovan ya ku koletiyê ferz dike hatiye pêşxistin û ev bi dehan carî hatibû redkirin. Di rayagiştî de pêvajoya herî zêde deng daye pêvajoya 2009'an bû. serokkomarê demî Abdullah Gul ev qanûn red kir û pêşî lê girt ku bibe qanûn."

Ji navbeynkariyê berbi kirê

Gulîstanê da zanîn ku AKP hemû jiyana xebatê bi pergala dîkta dimeşîne û piştî hilbijartinên 1'ê mijdarê şûnde bi qanûnek re ev qanûna tûrik derbas kiriye. Gulîstanê wiha got: "Buroyên îstîhdama taybet berê wek xizmeta navbeynkar peywir dikir, niha wek saziyên ku karkeran kirê dike derdikeve pêşberî me."

'Herî zêde jin tên mêtîngerkirin'

Gulîstanê wiha got: "Armanca vê qanûnê eve ku li gorî polîtîkayên Neo-lîberal lingekî îstîhdama pergala xebata bê ewlehiye. Hewl didin ku peymana kar a ji bo demekê her tim bikin û belav bikin. hikûmet bi vê peymanê dixwaze bi kevirekî di qezencan bidest bixe. Bi vê rê karker di şert û mercên giran de beyî sendîka wê bên xebitandin. Her wiha herî zêde jî wê jin bên mêtîngerkirin. Ev şert wê herî zêde bandorê li jinan bikin. wê keda jinê wek amûr bê bikaranîn. Hedefa vê qanûna tûrik eve ku li ser welîdîna zêde ji bo sermayeyê hêza kar a erzan bê qezenckirin. Ev qanûn bandorê li ser qasên ku jinan îstîhdam dike jî dike."

(hu)