Zeytûn bi keda kolektîf tê amadekirin

09:18

Fîlîz Zeyrek/ JINHA

EDENE- Jin bi kedeke kolektîf zeytûnan berhev dikin, dişkînin û dixin bîdonan, ji bo zivistanê amade dikin.

Li taxa Kuçukdîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê li tezgahên ku li kolanan hatine danîn jin amadekariyên zivistanê didomînin. Jinên ku ewilê sebze û fêkî hişk kirin û piştre ava firingiya û tirşî çêkirin, niha jî zeytûnan berhev dikin û ji bo zivistanê amade dikin. Zeytûnên ji daran tên çinînin bi kedeke kolektîf a jinan tên şikandin.

Piştre ev zeytûn bi kedeke mezin dixin bîdonan û avê bi xwê dikin ser û heta zivistanê vedişêrin. Jin beşek ji van zeytûnan ji bo mala xwe çêdikin û beşekê jî ji bo firotinê amade dikin. jin bi heqdestê xwe van zeytûnan çêdikin.

Suphiye Altun diyar kir ku rojê nêzî 100 kîlo zeytûnî dişikînin û balê dikişe ser keda kolektîf a jinan. Suphiyê wiha got: "Em her sal ji bo zivistanê amadekariyan dikin. Ji bo xizanan ya herî girîng eve ku xwarinên di demsala wan dikirin, ji bo zivistanê amade dikin. zeytûn, ava îsotê, ava firingiyan, penîr, tirsî û konserve.Em hemûyan amade dikin."

Suphiyeyê wiha got: "Piştî em zeytûnan tînin em bi cînaran re dişikînin û em bi avê dişopn. Piştre em dikin avê û didin sekinandin. Em dixin bîdonan û di ava lîmonê de didin sekinandin. Em dem bi dem ava wê diguherin. Em din av 10-15 rojan de amade dikin."

Suphiyeyê diyar kir ku zeytûn li marketan gelek bihane û got bi vî awayî erzan tînin û bi dilrehetî dixwin.

(hu)