Jinên pembûçin heqê keda xwe nikarin bigirin

09:06

JINHA

AMED- Bi hatina payizê re serdema komkirina pebûyan jî hat. Jinên ku ji bo debara xwe bikin diçin çinîna pembo bi heqdestekî erzan û bê ewlehî dixebitin.

Li gundê Daliqê yê Qerejdaga Amedê bi hatina payizê re dema çinîna pembûyan jî hat. Jinên ku ji bo debara xwe bikin diçin çinîna pembû bi heqdestekî pir erzan tên xebitandin. Jinên ku di nava şertên zor û zahmet de vî karî dikin anîn ziman ku ew ji sibê heta êvarê li çolê dixebitin, heqê keda wan tê xwarin û bi heqdestekî pir erzan tên xebitandin. Ji van jinên kedkar Gulnaz Dag got ku ew ji bo bi malbata xwe re bibe alîkar tê li nava zeviyan pembû diçine lê heqê keda wê nayê dayîn.

Gulnaz diyar kir ku ew ji sibê heta êvarê di binê germahiyê de dixebitin û wiha got: "Dê birayê min bizewice. Ji bo ku em leçûna daweta wî bi dest bixin ez û malbata xwe em li vir bi hev re pembû diçinin. Lê li gorî keda ku ez didim heqdestê ku distînim gelek kêm e."

Di temenekî biçûk de dixebite

Xebatkara bi navê Gulsum Dag ya ku temenê wê bi çûke û 16 saliye jî diyar kir ku ew di şert û mercên pir zahmet de dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şert û mercên ku em di wan de dixebitin gelek zahmetin. Lê ji ber tunebûn û bêderfetiyan em mecbûrin ku bixebitn. Ev 3 sal in ku ez vî karî dikim û ez rojê 3 torbe pembû diçinim. Lê li gel vê xebata xwe ya zêde ez heqê keda xwe nagirim."

'Çinîna pembû zahmet e'

Xebatkara bi navê Serdar Dag jî bilêv kir ku xebata ew dikin gelekî zahmet e û ev tişt ragihand: "Em serê sibehê ji mala xwe saet di 5'an de radibin û heta 6 êvarê li nava zeviyên pembû diçinin. Karê ku em dikin gelek zahmet e. Ji ber ku heta êvarê xwe xwarî pembû dikin û çewlên pembûyan li pita xwe dikin pişta me gelek dêşe û dema ku em diçin malê em nema karin ji bo xwe tu tiştî bikin. Ligel ku ez heqê keda xwe nastînim û bi bûhayekî erzan dixebitim jî dîsa ez mecbûrim ku bêm bixebitim. Ji ber ku tu karekî din ê ku ez pê debara xwe bikim peda nakim. "

'Em bê ewlehî dixebitin'

Meryem Dag ya ku ew jî wekî hevlên xwe yên pebûçin dixebte aşkera kir ku ew ji sibehê heta êvarê dibinê tavê de dixebitin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Em ji mecbûrî vî karî dikin. Ger ku karekî din hebûya me bikira me qet ev kar nedikir. Rojê 12 saetan em dibinê tavê de dixebitin. Ligel vê keda me ne heqdestê didin me tera me dike û ne jî ewlehiya canê me heye."

(ra/mk)