Werza çinîna pembûyan dest pê kir

09:08

Ronîda Hacî/JINHA

TIL TEMIR - Jinên ku di her qadê jiyanê de ked didin, bi kêfxweşiyek mezin dest bi çinîna pembûyan kirin.

Werza berhevkirina pembûyan li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê dest pê kir. Zeviyên pembû yên Til Temir bi tiliyên nerm û xweşik ên jinan tê çinîn û ew vî karî bi hezkirin, ked û kêfxweşî dikin. Jinên ku danê sibehê di saet 06.00'an de dest bi çinîna pembûyan dikin, heya saet 18.00'ê êvarê berdewam dikin. Komkirina pembû ku kareke pir zehmete û kedeke mezin dixwaze, bi ruhê kolektîf û komînal ya jinan, li ber wan hêsan dibe. Ew zarok û xwarina xwe jî ligel xwe dibin zeviyên pembûyan.

'Em bi hevre xwarinê çêdikin'

Jina bi navê Asiye Abdul Kerîm diyar kir ku wan ew vê heftê dest bi çinîna pembûyan kirine û wiha got: "Di vê zeviya 30 donim de, em 7 jin bi hev re kar dikin. Em zarokên xwe jî bi xwe re tînin ser kar. Niha pitikek min ya 7 mehî heye. Seat 12'an em navbera xwarinê didin. Bi hev re xwarinê çêdikin, çayê vedixwen. Heya seat 18.00'an jî em kar dikin û wiha diçin malê."

'Em jin bi rûhekî kolektîf dixebitin'

Asiyeyê da zanîn ku, pembû çanda dapîr û bapîrê wane û wiha domand: "Em ê dest ji vê çandê ber nedin. Em ê çandin û çinîna pembûyan hînê zarokên xwe jî bikin. Berhema îsal ya pembûyan başbû. Ji ber vê em kêfxweşin.Herwiha em jin tev bi hev re bi rûhekî kolektîf dibin alîkar û xebatê li ber xwe sivik dikin."

(en/rc)