Hunera zîvê savatî bi dengê jinê tê zîndîkirin

09:05

Dilan Babat/JINHA

WAN- Hunera zîvê savatî ya aydê ermeniyane li Navenda Jinan a Rojînê di atolyeya hatiye vekirin de bi destê jinê tê zindîkirin.

Hunera zîvê savatî k udi salên 1300'î de li Wanê çavkaniya debarê ya Ermeniyan bû ji nûve tê zindîkirin. Ji jinên ku tên atolyeyê Yildiz Oktayê bi lêv kir ku ev du mehe tê atolyeyê û eleqeya xwe ya ji bo çêkirin zîv anî ziman.

Yildizê wiha got: "Ji dema ez hatime vir me karên gelek xweş derxistin holê. Savat hunereke aydê jinane. Bi destê jinê tê çêkirin. Ev atolye wê 7 mehan berdewam bike. Piştî vê atoleyyê ezê atolyeyekê vebikim."

'Ev huner ji bom in gelek baş bû'

Nazan Baglan jî balkişand ser girîngiya vê hunerê û got ji ber vê dest bi atolyeyê kiriye û got: "Piştî hatim atolyeyê eleqeya min zêde bû. Dem amin hunera zîvê savat hîn kir ji bom in gelek baş bû. hînkirina vê jî gelek bi kêf e."

'Ev huner ji nûve dertê holê'

Sadullah Ozmenê li atolyeyê perwerdehiya vê hunerê dide û got jin gelek baş ji vî karî fêm dikin û got: "Ev meheke ez li vir dersêdidim. Ev huner hatiye jibîrkirin.Em niha ji nûve zindî dikin."

(db/dc/hu)