Jinên çar demsalan bê ewle dixebitin vedibêjin

09:09

JINHA

RIHA - Karkerên demsalî yên jin ku her demsal di karên cuda de dixebitin gotin: "Em ji mêran tiştekî napên. Ji ber ku em ji wan xurtirin." Jin bi vê yekê jî li dijî mêtîngeriya mêr serî hil didin.

Jinên li gundê Karakoyun a Sêwêrega Rihayê dijîn jiyana xwe di çar demsalan de wek karkeriya demsalî didomînin û li ser zeviyan bi keda xwe didin jiyana her roj ji nûve dihunin. Havînê di bin germahiyê de û zivistanê jî di bin sermayê de; carna pîvazan, carnan pembû… demsal, erd diguherin lê di jiyana wan de yekane tişta naguhere pergala mêr û mêtîngeriye…

'Havînê zivistanê feq nake'

Wan jinan tiştên jiyan û keda dane ji JINHA'yê re parve kirin. Jina bi navê Ozgun Gezîk diyar kir havîn zivistan ferq nake û dixebitin û got: "Em her demsal dixebitin. Em niha pembu berhev dikin. Em sibehê heta êvarê dixebitin lê ji ber em serî kîloyê dixebitin û pembû zivike pereyê wê gelek kême.

'Bar li ser milê me ye'

Ozgunê da zanîn ku ew beramberê keda xwe nagirin û got şert û mercên xebatê li gorî demsalê diguhere û wiha got: "Ev yek bandorê li ser tenduristiya me jî dike. Dema em pembû berhev dikin herî pişta min û serê min dêşe. Li malê jî hemû karî em dikin."

'Her karê xwe em dikin'

Reyhan Uzundalê jî got ew neçar dimînin heta derengiya şevê bixebitin û wiha got: "Pembû gelek zehmete. Destên me parçe dibin. Carna ji bo erd biqede demê didin me. Ji ber vê em sibehê zû radibin û heta tariya şevê dixebitin. Em li malê jî dixebitin. Li ser erd jin û mêr bi hev re dixebitin. Lê li malê mêr ti karî nakin."

'Pergala hikûmetê mêtîngeriya kedê diafirîne'

Medîne Dîkenê jî got bi 7 zarokên xwe re pembû berhev dike û got: "Em şev û roj dixebitin. Carnan em nekarin li zarokên xwe binêrin. Em neçarin vî karî bikin, em debara xwe bi vê dikin. Herî zêde jin kedê didin. Lê li her derê mêr xwedê gotinê ne."

Vesba Estelîk jî got ew 20 sale pembo berhev dike û got: "Gelek zehmete. Divê zirarê nebîne. Em kedek mezin didin. Jin beramberê keda xwe nagirin. Hikûmet li dijî Kurdan bi zanebûn kedê mêtînger dike."

(tm/hu)