KESK’ê der barê mîtînga xwe ya hat qedexekirn de daxuyanî da

15:47

JINHA

ENQERE – KESK’ê der barê mîtînga xwe ya ku dê sibê bi minasebeta şemrmezarkirna tesfiyekirina endamên xwe ji qada cemeweriyê li Enqereyê pêk bianiya ku ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hat qedexekirin de daxuyanî da.

KESK’ê der barê mîtînga xwe ya ku dê sibê bi minasebeta şemrmezarkirna tesfiyekirina endamên xwe ji qada cemeweriyê li Enqereyê pêk bianiya ku ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hat qedexekirin de daxuyanî da. KESK’ê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku dewletê hemû çalakî qedexe kirne û di daxuyaniya kuhat dayîn de wiha hat gotin: “ Em qedexekina mîtînga xwe bi awayê tun şermmezar û protesto dikin.”

Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KES) ji bo ku tesfiyeyekirina endamên ji qada cemaweriyê ya ji aliyê hikûmetê ve pritesto bike du ji çar hêlan de ji bo ku tevli mîtînga Enqereyê bibin ji 4 hêlan de ji bo hatina Enqereyê meş dabû destpêkirin. Konfederasyona ku ji Stenbol, Îzmîr, Amed – Wanê ji bo enqereyê dabû destpekirin dê sibê li Enqereyê mîtîn pêk bianiya. Lê mîtînga KSK’ê ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hat qedexekirin.

KESK’a ku der barê qedexeyê de daxuyanî da wiha got: “ Mîtînga me bi hincet “ewlehiyê” hat qedexekirin. Hikûmeta AKP’ê bi hemû îmkanên dewletê bi kar tîne. Di bin navê OHAL’ê derbeya sivîl ya ku pêkanînên darbeya leşkerî derbas kirinê kiriye meriyetê û makeqanûn ji holê rakiriye. Hemû pêkanînên ku li ser muxalif û kedkaran pêk tîne di bin navê hewdana darbeyêde vedişêre. Em hemû pêkanînên dijmiğrovî yên li dijî mirovahiyê û qedxekirna mîtînga me ya sibê şermezar dikin. ”

(sy/mk)