Dema berhevkirina zeytûnên Dêrikê ye

09:03

JINHA

MÊRDÎN - Zeytûnên organîk yên Dêrikê ku bê derman û zibil tên gihandin, bi kedan jinan tê ser sifreyan. Fahriye ku ji berhevkirina zeytûnan û xwezayê gelek hez dike got rojê 12 saetan dixebite û beramberê keda xwe negirtiye.

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê zeytûn bi destê jinê tê berhevkirin. Heta ser sifreyan jî keda jinê derbas dibe. Fahriye Temel û malbata xwe zeytûnên xwe yên ku darên wan nêzî 300 salîne û li ser 20 donimiye bi destê xwe berhev dikin.

Li gor daxwazê berhev dikin

Di biharê de lênerîna dara dikin. di dema hesadê de jî tê berhevkirin. Zeytûnên tên berhevkirin, tên paqijkirin, tînin asta xwarinê. Fahriyeyê got niha rojê 12 saetan dixebitin û got: "Zeytûnên ku em tînin asta xwarinê em difroşin.Em rojê 4-5 olçek zeytûn berhev dikin. çiqad daxwaz bê em wê rojê evqas berhev dikin. Zeytûnên em berhev dikin nîvê j ime re nîvê ji xwediyê erd re ne."

Fahriyeyê di berdewamiyê de got zeytûnên Dêrikê gelek navdarin û got ti zibil û derman nayê bikaranîn û got ji van zeytûnan rûnekî gelek bi kalîte tê girtin. Fahriyeyê wiha got: "Zeytûn hatina me ne. Hêviya me ne. Em pê debara xwe dikin. em difroşin. Ez naxwazim li bajarên Tirk bixebitim. Ez bi zeytûnan re mijulbûnê hez dikim. Ji ber vê vî karî dikim."

Fahriyeyê got gelek cureyê zeytûnan hene û got ya di destê wê de 'Xirxaliye' û her wiha din av de Belotî, Melkabazî jî heye 10 cureyên zeytunan heye. Fahriyeyê bi lêv kir ku ya herî navdar Xirxaliye.

(ea-ce/hu)