Ozlem Uluca: Şert û mercên bê ewle wê bi berxwedana karkeran ji holê rabe

09:03

JINHA

STENBOL- Di 8 mehên ewil yên îsal de 70 karkerên jin jiyana xwe ji dest da. Ji Meclîsa Jinan a Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran Ozlem Uluca têkildarî vê de axivî û got li Tirkiyeyê ewlehiya karkeran gelek ne baş e. Ozlemê balkişand ser Qanûnan Karkeriya Kirê û got ev hemû wê bi berxwedana karkeran ji holê rabin.

Li gorî rapora meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) di 8 mehên ewil yên salê de herî kêm 70 karkerên jin jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat gotin ku ji van 26 karkerên cotkar û esnaf, 44 heb jî di statuya karker û memuriyetê de bûn. Her wiha hat gotin ku yên di bin temenê 14'yî de jiyana xwe ji dest dane jî 3 hebin.

'Jin di jiyana kar de nayên dîtin'

Ji Meclîsa Jinan a Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran Ozlem Uluca têkildarî mijarê de ji ajansa me re axivî û got bi tevahî jin di şert û mercên bê ewle de dixebitin û got ji ber stres û depresyona kar jî gelek bûyer tên jiyîn. Ozlemê wiha got: "Sedema mirinên jinan yên di cînayetên kar de di esasê de eve ku jin di jiyana kar de nayên dîtin û mêtîngeriye."

'Qada herî zêde mirin lê tê jiyîn çandiniye'

Ozlemê di berdewamiyê de wiha got: "Yek ji qadên herî z3ede mirin tên jiyîn sektora çandiniyê ye. Jin bi giştî di romorkên traktoran de diçin û tên. Ji ber bi van wesayîtan diçin û tên di qezayên tê jiyîn de jî herî zêde mirin bi vî rengî çêdibin."

Ozlemê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê di her qada kar de ewlehiya kar gelek xerabe û got di 9 mehên îsal de bi tevahî hezar û 400 karker mirine.Ozlemê balkişand ser karkeriya kirê û got ew jî nîşaneya ku xebata bê ewlehiye.

Ozdemê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê ev pêkanîn bi berxwedan û helwesta çîna karkeran ji holê rabe û got ya pêşengiyê ji wan re bike berxwedana karkerane.

(bk/hu)