Li Sêrtê amadekariya zivistanê tê kirin

09:02

Hatîce Kaya/JINHA

SÊRT- Li Sêrtê zivistan dijwar derbas dibe, jin sebzeyên li baxçeyên xwe gihandine hişk dikin û dest bi amadekariya zivistanê dikin.

Piştî mehên havîne bi dawî bûn,li gundê Hêşeta yê girêdayî navçeya Perwerî ya Sêrtê amadakariya zivistanê dest pê kirin. Jin sebzeyên merketan tercîh nakin û sebze û fekiyên li bostanên xwe gihandine li ser banên xwe an jî bi şeklê cûda ji bo zivistanê amadekariyên xwe dikin. Jina bi navê Çavreş Bahadir a amadekariyên wê berdewam dikin wiha got: " Li baxçeyê me hertişt heye ez wan digihînim û hişk dikim. Jin sebzeyên li baxçeyên xwe gihandine hişk dikin û di zivistanê de ligel malbata xwe tişte bi destê xwe çêkiri dixwin."

'Em tiştên marketan tercîh nakin'

Çavreşê destnîşan kir ku fêkiyên li baxçe tên gihandin hem xwezayî ne, hem jî bo tendûristiyê baş in û ev tişt got: " Em bi salan e amadekariyên xwe yên zivistanê bi vî awayî dikin. Em ji dayikên xwe hîn bûn. Em kevneşopiyên dayikên xwe didomînin. Em tiştên marketan tercîh nakin. Bi salan e em tiştên xwezayî dixwin û didin zarokên xwe."

'Axa me dewlemend e û em jê sûdê digirin'

Çavreş a her tim bi dawibûna havînê re dest bi amedakariya zivistanê dike diyar kir ku axa wan pir dewlemend e, hemû fêkî li ser axa wan şîn dibe û wiha got: " Li bostanên me her tişt heye. Em havînan, firengî, îsot, fasûlî, kundiran diçînîn û rez datînin . Fêkiyên ku em diçînin em zivistanê hişk dikin û dikin xwarin. Me pîvaz, fasûlî, tû hemû hişk kirine û me mewîj jî ji rezê xwe çêkirine. Em hemû fêkiyên xwe ji bo zivistanê radikin. Em tirşûyê jî çêdikin."

'Tema fêkiyê me cuda ye'
Her wiha Çavreşê di dawiya axaftina xwe de bilev kir ku tiriyê Sêrtê pir tê ecibandin û wiha axivî : " Tiriyê Sêrtê pir xweş e. Li bostanên hemû kesî teqez mêwên tirî hene. Em tiriyê zêde jî hişk dikin û dikin mewîj. Mewîjên ku em bi destê xwe çêdikin gelek xweşin. Em jinên li gundan her tim di nav xwezayê de amadekariyên xwe dikin. Dema zivistan hat em bîdonên xwe yên tiştan vedikin û ji bo xwe xwarinê ji wan çêdikin."

(hk/mk)