Li Til Temirê mînaka xebata komînal ya çar xwişkan

09:13

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR - Li bajarê Til Temirê jinên ku çandiniya sebzeyan kirin, bi aweyek komînal berhemên xwe berhev dikin, li bazarên sûkê difroşin. Jinan diyar kirin ku ew her wiha sebze ji bo payîzê diçînin.

Li gundê Xêbiş ya bajarê Til Temira Kantona Cizîrê Menal Sîûd tevî çar xwişkên xwe di deh donim erd de sebze çandin. Menalê diyar kir ku wan berhemên baxçeyê ku bi kedek mezin bi dest xistine, li bazarê difroşin û wiha debara xwe pêk tînin. Menalê da zanîn ku ew her wiha niha dest bi çandina sebzeyên payîzê kirine.

'Em 4 xwişk di baxçeyê de kar dikin'

Menalê anî ziman ku, ew tevî xwişkên xwe bi aweyek hevbeş xebatê çandin û berhevkirina baxçeyê dikin û wiha got: "Em 4 xwîşk di vî bexçeyî de kar dikin. Me havînê bi hev re bacann reş, firingî, bamiye, biber û gelek sebzeyên din çandin.Bacanên sor tev qediyan. Me ew firotin û yên ji me re pêwîst rakirin. Em niha jî îsot û bacanên reş kom dikin û wan li bazarê difroşîn. Niha pêdivî bi amedekariya zivistanê yên wek meqdûs, hişkirina bacanên reş û îsotan heye. Em ji xwe re jî çêdikin û di heman demê de difiroşin."

'Hemû karê baxçeyê em dikin'

Menalê bi lêv kir ku wan dest bi çandina sebzeyên payîzê kirine û wiha pêde çû: "Em ecûr, kundir, Şelengoh, xiyar û zebeşan radikin. Hemû karê bexçeyê em bixwe dikin. Keda me tê de heye û ev jî xweş e. Ez ji hemû jinan û gelê Rojava jî dixwazim ku xwe ji çandiniyê û xwezayê dûr negirin. Hertim bi axê re mijûl bibin."

(en/rc)