Di çerxa mêtîngeriyê de keda jinê tine tê hesibandin

09:01

Hîkmet Tunç/JINHA

WAN - Li Artemîta Wanê jinên di şert û mercên giran yên serayê de dixebitin beramberî heqdestê xwe nagirin. Jinê nîvê rojê li ser piyan derbas dikin, di çerxa mêtîngeriyê de keda wan tê tinekirin.

Jinên li navçeya Artemîta Wanê di serayan de dixebitin, ligel ku şertên wan gelek giranin jî beramberî keda xwe nagirin. Jin rojê 25 lîrayî digirin û ji ber şert û mercê aborî ligel ku dizanin keda wan tê mêtîngerkirin, neçarin bixebitin.

Heybet Numaş ya 25 sal berê ji gundê Ferxinis a Şaxa Wanê koçî taxa Yuniplîk Koyîçî ya Artemîtê kir, tevî westandina salan daye ser wê li ser erdan dixebite. Heybetê got piştî gundê wan hatiye şewitandin şûnde zehmetiyên aborî kişandine û got li xwendê xwe bi cotkariyê debara xwe dikirin. Heybetê wiha got: "Piştî gund şewitîn gelek sewal telef bûn. Yên ma jî me nekarî li bajar lê binêrin û me firotin."

'Dewletê em mêtînger kirin'

Heybetê di berdewamiyê de got jiyana bajar di her alî de ew dane zorê û ev tişt anîn ziman: "Ji bilî min kes li malê naxebite. Zarok dixwînin. Ez bi pereyê qezenc dikim lêçûna mutbexê dikim. Ji bo lêçûnên dibistana zarokan bikartînim. Em sibehê saet di 05.00'an de dest bi kar dikin heta 18.00'an. lê rojê em 30 lîrayî qezenc dikin. em 5 lîra jî didin xwarina nîvro. Em 12 saetan dixebitin ji bo 25 lîrayî."

'Wek qederê lime hat ferzkirin'

Jina bi navê Hatîce Soylu jî got li taxa wan jin her havîn li ser erdan dixebitin û got ew naxwaze li malê rune, dixwaze pereyê xwe qezenc bike. Haticeyê wih agot: "Xwediyên serayan bi taybet jinan tercih dikin.Sedema vê jî ev e ku jinan wek hêza kar a erzan dibînin. Jin kar paqij dikin. mixabin derfetên me tinebûn em xeyalên xwe pêk bînin. Ev pergal wekê ku qedera me ye bi salane bi me tê jiyandin."

(hu)