12 sale cilên herî xweş Muzeyyen didrû

09:09

JINHA

AMED – Muzeyen Guzel ya bi dirûtina cilên xwe dest bi dirûnvaniyê kir dukan vekir û 13 sale dirûnvaniyê dike. Muzeyyenê got divê hemû xwe li malê heps nekin û li dijî pergalê rawestin.

Muzeyyen Guzel ya ku aliyê xwe yê jîr yê dirûnvaniyê vegerand hilberînê, ji xwe re dukanek dirûnvaniyê vekir. Muzeyyen li Amedê dijî û 13 sale dukan vekiriye. Berê di dukaneke biçûk ya aydê malbata wê de tenê cilên xwe didrût, piştre bi daxwaza hevalên wê re karê xwe mezin dike. Her mezin dibe piştevaniyê jî zêde dike û xebata xwe bi jinan re berdewam dike.

Muzeyyenê bi lêv kir ku hemû rolên kevneşopî hilweşandiye û got ew bixwe bawere û li zarokên xwe jî dinêre.

Muzeyyenê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê jin xwe li malê heps nekin û zêdetir li dijî pergalê têbikoşin û got: “Divê ji bo mafên xwe têbikoşin. Dema li vir titşekî xweş didrum ez kêfxweş dibim. Ez ji ciwantiya xwe vî karî dikim.”

(mm\hu)