Li dijî mêtîngeriya kedê jin li qada têkona hevpar digerin

09:04

JINHA

RIHA- Jinên 7 mehên salê li ser zeviyan derbas dikin li dijî mêtîngeriya keda xwe li rê û rêbazên têkoşînê digerin.

Li Qerejdaxa Sêwêrega Rihayê ji çandina firingiyan bigirin heta avdanê, heta firotin û çêkirina ava firingiyan jin dixebitin. Jinên keda wan tine tê hesibandin, têkildarî gîhandina firingiyan de axivîn. Jinan jiyana xwe ji JINHA’yê re vegotin.

Songul Kengîş got 7 mehên salê her tim li ser erd dixebitin û wiha got: “Li gund li ser erdan bi giştî jin dixebitin. Em firingiyan diçinînin. Dema karê me li ser erd diqede em vê carê li malê dixebitin. Tevî vê keda me nayê dîtin.”

Songulê diyar kir ku li gundan jin ji mêran zêdetir dixebitin û got li dijî mêtîngeriya keda jinê divê têkoşîn bê dayîn.

‘Jin nexebitin jiyan disekine’

Sahdet Kengîşê jî diyar kir ku jin di her asta hilberînê de dixebitin û got: “Em tovê diçînin û av didin. Em gîhayên bi zirar paqij dikin. em beşeke mezin li ser zeviyan derbas dikin. her karî jin dikin. li gund jin nexbitin jiyan disekine. Lê dîsa jî keda jinê tê mêtîngerkirin.

Turkan Kengîşê jî got gelek caran jin derfet nabînin ku xwarinê bixwin û got di her carî de jin cih digirin.

(tm/hu)