Li Eskîşehîrê navnîşana piştevaniya jinê Kolana Hanimelî

09:10

JINHA

ESKÎŞEHÎR- Li Eskîşehîrê li Kolana Hanimelî hilberînên keda destê jinê tên firoin. Li vê kolanê tenê jin esnafiyê dikin û jin hilberînên bi destên xwe çêkirine, hilberînên ekolojîk li vir pêşkêşî gel dikin.

Li navçeya Tepebaşi ya Eskîşehîrê li Cadeya Îsmet Înonu, kolana Hanimeli ji kolanên din cudatire. Hemû esnafên wê jinin û jin di rojên cuda de hilberînên cuda difiroşin. Li kolanê hilberînên hunerî, hilberînên keda destan, yên ekolojîk û gelek hilberînên din hene. Di her roja hefteyê de kesên cuda standê vedikin û jin bi piştevaniyê qezencê bidest dixînin.

Em jî çûn vê kolanê û me pirsa we çawa ev piştevanî mezin kir ji jinan pirsî. Nazan Bayran ku rojên şemiyê standê vedikegot destpêkê wek hobî dest pê kiriye û got divê jin bixwe bawerin û bikaribin qezenca xwe pêk bînin.

Divê bermayîn bên nirxandin

Nazan Bayramê destnîşan kir ku got hemû hasir û textên bikartîne bermayînin û got piştî kolana Hanimelî nas kiriye zêdetir ji karê xwe hez kiriye.

‘Em di nav piştevaniyê de dixebitin’

Nazanê diyar ki kir ku gotinên wekê ‘esnafî karê mêrane, jin nekarin li vir ligel hev bimînin’ ne rastin û got çayvanê kolana wan jî jine û got: “Em hemû jin ligel hev bi kêf karê xwe dikin. em din ava rojê de sohbetê dikin û di nava dan û standinê de ne.”

(de/hu)