'Ger hewce bike em ê dest bi grevê birçîbûnê bikin'

09:14

Bêrîtan Canozer /JINHA

AMED – Hevseroka Egîtîm Sen a Amedê Havva Karahanci bertek nîşanê ji kar girtinê ya kedkarên perwerdê û zextan da û got: “Ger hewce be emê dest bi gireva birçîbûnê bikin. Em mafdarin. Emê qezenc bikin.”

Mamosteyên mafên xwe yên sendîkar bikaranîn li dijî şer girev kirin, rastî girtin, binçavkirin û zextan hatin. Bi taybet mamosteyên Amedê rastî zextan tên. Hevseroka Egîtîm Sen a Amedê Havva Karahanci diyar kir ku hemû zext bi awayekî sîstematîk tên meşandin û got ev zemîna xwe ji pergala perwerdê ya 4+4+4 digire.”

‘Me bertek nîşanê îstîsmara zarokan jî da’

Havvayê bi lêv kir ku bi guherîna pergala perwerdê re kesên perwerda alternatîf parastin jî hedef hatin girtin û wiha hate gotin: “Ji sala borî de me dizanî wê berê xwe bidin me. Ji ber her tim xwestine dengê aliyên muxalîf qût bikin. Me xwest li dibistanan tacîz û îstîsmara zayendî bi dawî bikin. Me bertek nîşanê pergala perwerdê da. Em her tim li qada bûn. Me bertek nîşanê vekirina Îmam Hatîban da. Bêguman em li dijî dersa olî ne. Lê em dixwazin xwendekarên bi zimanê xwe perwerdê nabînin bila sibê êvarê dersa olî jî negirin.”

‘Emê perwerda zimanê dayikê, zanistî û alternatîf biparêzin’

Havvayê axaftina xwe wih aberdewam kir: “Hikûmet dixwaze têkoşîna rêxistî belav bike. Dixwazin civaka ku zîhniyeta wan xwedî dike biafirînin. Bi taybet êrîşên li dijî pergala perwerdê ji vê pêk tên. dixwazin cudahiyan li ser perwerdê xwedî bikin. me her tim perwerda zimanê dayikê, alternatîf û laîk parast. Emê ji vir şûnde jî biparêzin.”

‘Hevalên me bi bebekên xwe re tên binçavkirin’

Havvayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bê hiqûq bi ser malên mamosteyan de digirin. Jinên mamoste bi bebekên wan re binçav dikin. derb dikin. Zext li hember qada me didomin. nêzî 30 hevalên me hatin binçavkirin. 7 heb hatin girtin. Têkoşîna me wê bidome. Asta herî dawî jî gireva birçîbûnê. Emê dest bi gireva birçîbûnê bikin.”

(tm/hu)