Mamosteyên ji peywirê hatin girtin li kolanê pirtûk xwendin

16:53

JINHA

WAN- Mamosteyên ku ji peywirê hatî girtin li kolana hûnerê runîstin û pirtûk xwendin.

Çalakiyên mamosteyên ji peywirê hatîn girtin berdewam dikin. Mamosteyên Şaxa Egîtîm-Sena Wanê di çarçoveya çalakiyên mamosteyên ji peywirê hatîn girtin de, li kolana Hûnerê ya girêdayî Rêya Armûşa Wanê seatekê pirtûk xwendin. Mamosteyên Egîtîm-Sen ê pankarta “Min aştî parast û ez jî peywir hatim girtin” vekirin. Hemû mamosteyan di çalakiyê de pêşmalên li ser Egîtîm-Sen nivîsiyî li xwe kirin. Mamosta hemû li erdê runiştin û pirtûkên xwe xwendin.

(hk-db/rc)