'Maf nayê dayîn tê qezenckirin’

09:04

Filiz Zeyrek/JINHA

XARPET- Kedkarên perwerdê li Xarpêtê çalakiya runiştinê didomînin û sekretera şaxa Egîntîm Senê Ayşe Yilmazê got: “Me mafê xwe yê qanûnî bikaranîn û çalakî pêk anî. Em ji tecrubeyên xwe yên berê jî dizanin. Maf nayê dayîn, tê qezenckirin.”

Li Xarpêtê jî 99 mamoste ji kar hatin durxistin û li dijî vê li Egîtîm Senê çalakiya runiştinê hat destpêkirin û ev 5 roje berdewam dike. Sekretera Şaxa Egîtîm Sen a Xarpêtê Ayşe Yilmazê got: “Heta ev bêmafî bi dawî bibin emê çalakiyan bidomînin. Piştî 15’ê Tîrmehê me wek KESK’ê ji darbeyê re got na û em bi awayekî dij hiqûqî ji kar hatin durixistin. Li dijî vê zilmê ne em tenê kedkarên perwerdê, kedkarên tenduristî û cemawerî jî hatine mexdurkirin.”

‘Me mafê xwe yê qanûnî bikaranî’

Ayşeyê da zanîn ku mafên xwe yên qanûnî bikaranîne û di 19’ê Qanûna 2015’an de rojekê dest ji kar berdane û got: “Me mafê xwe yê xwezayî bikaranî. Qanûnên OHAL’ê nekarin vê bêhiqûqiyê ji holê rabikin. Em wek her tim wê mafê xwe yên rewa bikarbînin. Emê li dijî vê zilmê din av têkoşînê de bin. Tecrubeyên me nîşan dane ku maf nayê dayîn tê qezenckirinê.”

(hu)