'Egitim Sen li hember zextê wê têbikoşe'

09:07

JINHA

AMED – Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Salîha Zorlu diyar kir ku sendîka di hedefa deshtilatdariyê d eye û got her xebata li dijî neheqiyê didin meşandin tê astengkirin û got: “Egîtîm Sen bi binçavkirin û girtinan naqede.”

Li Amedê 4 hezar û 300 mamosteyên endamên Egîtîm Senê ji kar hatin durxistin û 7 heb jê hatin girtin 16 heb jî di bin çavan de ne. Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Salîha Zorlu diyar kir ku Egîtîm Sen û KESK ev demeke di hedefa desthilatdariyê de ye.

‘Xwendekar li bende mamosteyên xwe ne’

Salîhayê diyar kir ku xwendekar û mamoste bi awayekî cidî mexdur bûne û wiha got: “Li Amedê perwerde hatiye sekinandin. Li hinek dibistanan ji 30’yî zêdetir mamoste hatine girtin.ders vala ne. Xwendekar naçin dibistanê. Amed di alî perwerdê de hatiye girtin.”

‘Her xebata me tê astengkirin’

Salîhayê destnîşan kir ku li dijî bêhiqûqiyê wê bêdeng nemînin û got nizanin ku endamên wan bi çi hincetê ji kar hatine durxistin û got her xebatên wan tên astengkirin.

Salihayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî hemû zext û girtina divê dengê me xurtir derkeve û divê em berxwe bidin. Bi girtin û binçavkirina Egîtîm Sen nayê girtin û paqijkirin.”

(mm-ra/hu)