Mamosteyên jin: Berxwedana me wê berdewam bike

09:09

JINHA

ÊLIH- Endamên Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ev 10 roj in li dijî biryara KHK'ê ku 945 mamosteyan ji kar dûr xist, di nav berxwedanê de ne .Mamosteyên jin diyar kirin ku, ji bo hikûmeta AKP'ê civakê li gorî pergal û hişmendiya xwe mezin bike, di serî de dest avêt mamosteyan.

Hikûmeta AKP'ê bi OHAL'ê re berê xwe dan komeleyên kurdan û bi biryarên KHK'ê li Tirkiyeyê û Kurdistanê 11 hezar mamosteyên Egîtîm Sen'ê ji peywirê girt. Li Êlihê jî 945 mamoste ji peywirê hatin girtin. Mamosteyên li Êlihê ku ji peywirê hatin girtin ji bo biryarê şermezar bikin li komeleya xwe dest bi çalakiya rûniştiyê kirin û ketin grêvê bêdem. Mamosteyan berdilkên sendîkaya Egîtîm Sen'ê dan ber xwe û dowîzên sedema ji peywirgirtinê dinivîse li cihê çalakiyê daliqandin. Ligel malbat û şagirtên mamosteyan ve gelek welatî jî piştgiriyê dan çalakiya mamosteyan. Mamosteyên jin yên ku ev 10 rojin di grêvê de cihên xwe girtin biryara KHK'ê nirxandin. Mamosteyên jin diyar kirin ku, ji bo hikûmeta AKP'ê civakê li gorî pergal û hişmendiya xwe rake, di serî de mamosteyan ji peywîrê dûr xist.

'Bila gel piştgiriyê bide me'

Mamosete Fatma Oz ku bi rojan e di çalakiya rûniştinê de ne anî ziman ku, baweriya wan bi piştgirî gel heye û got eger gelê kurd li hemberî pergalê rabe dê hemû pirgirêk çareser bibe, lewra banga piştgiriyê li gel kir. Fatmayê got ku, hikûmet bêbextiyê bi wan re kiriye lewra ew jî ji bo nerazibûnên xwe nîşan bidin dest bi çalakiyê kirine. Fatmayê destnîşan kir ku, heya ev nihaqiya li ser wan ranebe û edelet cihê xwe negire dê çalakiya xwe berdema bikin.

'Em ji şagirtên xwe dûr nakevin'

Mamoste Betûl Okçû jî diyar kir ku, wan tiştekî bê hiqûqî ne kirine û dê heya dawiyê mafên xwe bipirsin û wiha axivî: "Ji bo polîtîkayên asîmîlasyonê bike ve dewreyê me ji kar avêtin. Dewlet ji baş dizane ku em bêhiqûqiyê tev negeriyan e. Lê em li vir dibêjin ku dewlet nikare me ji şagirtên me dûr bike. Dibe ku me ji dibistanan dûr kiribe lê nikare me ji şagirtên me dûr bike. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."

'Ew ê heya dawiyê di nav çalakiyan de bin'

Hatîce Denlî jî biryara ji kar dûrxistinê bi tund şermezar kir û got ku, ew dixwazin carek din vegerin ser karên xwe û perwerdehiyê bidin zarokên xwe. Hatîce destnîşan kir ku, ew ê heya dawiyê dê li ber xwe bidin û di nav çalakiyan de bin.

'Em ê parastina aşîtiyê bidomîn in'

Mamoste Zalîfe Bulut jî kargirtina kedkarên perwerdehiyê wek darbeyê bi nav kir û wiha got: "Em ên ku pêşerojê digîhînin. Ji ber vê yekê em bûn hedef û ji kar hatin girtin. Lê belê bila herkes baş dizanibe em ê dev ji ramanên xwe azad bernedin. Em ê parastina aşîtiyê bidomîn in."

(ho-dt-/rc)