Xaka bi bereket a Hevselê bi keda jinê tevlihev dike

09:05

JINHA

AMED- Baxçeyên Hewselê yên Amedê ku bi xweşikahî û dewlemendiya xwe mirovan matmayî dihêle, her sal bi hezaran ton hilberîn digihîne herêmê. Jinên li Hewselê dixebitin, huzura xakê dijîn.

Baxçeyên Hewselê xwedî ereziyeke 700 hektar ereziye. Di 2013'an de ji bo bikeve lîsteya mîrateya Cîhanê wek namzet di UNESCO'yê de hat nîşan dan û di 2015'an de kest lîsteya mîrateya çandî ya Cîhanê. Li Hewselê her sal bi tonan sebze û fêkî tên gihandin. Jinên li ser xaka Hevselê wek karker dixebitin, diyar dikin ku jin bi xakê re dibin yek.

'Ez nekarim ji xakê qût bibim'

Gulşah Çelîkbîlek ku ev 10 sale li Hevselê dixebite diyar kir ku ev 5 sale ji hilberîn û xebatê berpirse. Gulşahê anî ziman ku bi jinên dixebitire wek xwişke û got: "Di navbera me de têkiliya patron-karker tine. Heta temenê min hebe ezê li vir bixebitim. Ez ji Hevselê hez dikim. Ez wek mala xwe dibînim."

'Em stranan dibêjin'

Gulşahê destnîşan ki rku niha di komkirina marulê de dixebite û got ev 10 sale hemû jinan nas dike. Guşahê wiha got: "Em sibehan saet di 05.00'an de radibin û saetên êvarê diguhere. Em xakê wek parçeyek ji xwe dibînin. Em jin demên xweş bi hev re derbas dikin. em stranan dibêjin. Em ji xakê gelek hez dikin."

Gulşahê di berdewamiyê de got fêkî û sebzeyên berhev dikin digîhinin gelek cihan û got: "Sibehan wesayît zû tên. Em hilberînên xwe bar dikin. ev diçin Mêrdîn, Wan, Dêrsîm, Elezîz, Êlih, Meletî û Amedê. Sebze û fêkiyên em berhev dikin dikevin her malê. Ev hesteke gelek xweşe."

Jina bi navê Hava Gezîcî jî got hema hema hemû emrê xwe li ser vê xakê derbas kiriye. Hava ya 50 salî got ew vê wek karê xwe dibîn eû bi sê keçê xwe re tê vir. Havayê bi lêv kir ku ew gelek diwestin lê kêfxweş û bi huzurin.

(md/hu)