Li Xerpêtê mamostayan dest bi çalakiya bêdem kirin

16:26

JINHA

XARPÊT - Li Xarpêtê mamosteyên ji kar hatin dûrxistin ji bo hemû mafên wan bê zivirandin dest bi çalakiya bêdem kirin.


Li Xarpêtê ji bo 99 mamosteyên ji aliyê Wezareta Milî ya Perwerdehiyê ve ku ji kar hatin dûrxistin li Şaxa Egîtîm Senê dest bi çalakiya rûnişitinê kirin. Rêveberên HDP, DBP û ÎHD'ê jî piştgirî dan çalakiyê û dê ev çalakî heta hemû mafên mamosteyan li wan bê zivirandin dê bidome. Sekretera Egîtîm Sena Xarpêtê Ayşe Yilmaz agahî da û wiha axivî: "Em hemû kesên ku dilên wan ji bo demokrasi û mirovatiyê lê dide vedixwînin vê çalakiya xwe. Ne tenê mamoste di hedefê de ne bila hemû kes baş dizanibe herkes di hedefê de ye. Heta ev neheqî bidawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."


(zt)