'Em ê li dijî polîtîkayên çewisandinê bêdeng nemînin’

09:11

JINHA

AMED – Fadîme Guçîçek ya ku di nav 11 hezar û 300 mamosteyê ji kar hatin durxistin de cih digire wiha got: “Emê li dijî polîtîkayên çewisandinê yên desthilatdariyê bêdeng nemînin. Me tiştekî sûc bê hesibandin nekir. Me xwest şer bisekine. Kes nemire.”

Piştî hewldana darbeyê OHAL ket meriyetê û Biryarnameya Hukma Qanûnê (KHK) 11 hezar û 300 kedkarên pewredehiyê yên Egîtîm Senê ji kar hatin girtin. Yek ji van kedkaran jî mamosteya îngîlîzî Fadîme Gulçîçek e. Fadîmeyê da zanîn ku ev pêkanînek dij hiqûqê ye û got tenê daxwaza wan aştî û dmeokrasî bû. Fadîmeyê wiha got: “Em bê maf ji kar hatin girtin. Ev di alî psîkolojîk de rewşek ne başe. Em ti car dest jê bernadin. Me sûc nekiriye. Me xwest şer raweste. Mirin tinebin. Emê serî li her rêyên hiqûqî bidin.”

‘Em bibin yek wê hikûmet têk biçe’

Fadîmeyê bi lêv kir ku piştgiriya herî mezin ji xwendekar û malbatên xwendekaran girtine û got: “Telefonên me dikin. dibêjin ger hun neyên em jî naçin dibistanê. Em jî dibêjin me dibistan terk nekiriye, hun jî terk nekin. Ger em bibin yek wê hikûmet têk biçe.”

Fadîmeyê da zanîn ku ji ber piştgirî dane Sûrê hatine girtin û got ger çalakiyek din wisa hebe wê bêyî teredut beşdar bibe.

(mm/rt\hu)