Jinan dest bi çêkirina savarê kirin

09:38

Hulya Okalîn/ JINHA

ÊLIH - Jinên kurd ligel hemû pêşketina teknolojî û jiyana modern çanda xwe ya kevneşopî ya xwezayî berdewam dikin û bi tu awayî destûr nadin were jibîrkirin. Jin li gundê Demîr dest bi çêkirina savarê kirin.

Bi pêşketina jiyana bajarî û valakirina gundan re amûrên teknolojî her ku diçe bi pêş dikeve, lewra nifşên nû ji jiyana xwezayê dûr dikevin. Jinên mezopotamyayê ligel hemû pêşketina teknolojiyê tu carî nebûne êsîra jiyana kapîtalist û destûr nedane ku jiyana modern çanda wan ya civakî tune û winda bike. Ji ber vê yekê jî çand û kevneşopiyên civaka kurd bi saya jinê ji dîrokê heya roja me ya îro hatiye parastin. Jinên ku li gundan dimînin bi hatina biharê re dest bi amedekariyên zivistanê dikin û jî zevî û bostanên xwe sûdê digirin.

Ji bo çêkirina savarê zend û bendên xwe badan

Jin bi hatina demsala payîzê re ji bo çêkirina savarê zend û bendên xwe girê didin. Jinên ku li gundê Demîr a Êlihê dijin, bi hatin meha îlonê re dest bi çêkirina savarê kirin. Jinên gund di serê sibê de ji xew radibin û li dora dîska savarê li hev dicivin û bi aweyek kolektîf dest bi çêkiran savarê dikin. Jin di serî de li qada gund dîska xwe ku dê tê de savarê çêbikin li ser çend kevîran bi cih dikin û dîskê dijê av dikin. Piştre 5-6 turîk genîm vala dikin nava dîskê û binê dîskê agîr pê dixin.

Her jinek karek dide ser milên xwe

Jinên gund ku li derdora dîskê kom dibin her yek ji wan karek digire ser milên xwe. Çend jin li ber teştê rûdinin û genîma ji bo pîşandinê amade dikin, biçîk biçîk li ber avê dişon. Hinek jin jî ar û didin binê dîskê û bi qeyde agirê dîskê pê dixin. Çend jin jî tenê dîska savarê ji bo savar neşewîte li hev dixin. Piştî ku savar hêdî hêdî çêdibe jinên ciwan ên çeleng ji bo savarê li ber tavê hişk bikin dikevin rêzê.

'Em di îlonê de dest bi çêkirina savarê dikin'

Jinên ku her sal savarê çêdikin û li dora dîskê kombûne diyar dikin ku, ew her sal li gorî pêdiviyên gundiyan savarê çêdikin. Jina bi navê Salîha Çetin wiha bahsa karê xwe dike: "Em di demsala payîzê de genîm diçinin. Genima ku şîn dibe, ji aliyê paleyan ve tê komkirin em li gorî pêdiviyên xwe ji hev vediqetinin. Dema ku meha îlonê tê em dest bi çêkirina savarê dikin. Savara ku em çêdikin piştî li ber rojê xişk dibe em dibin aşê û wê hûr dikin. Piştre jî em datînin ser sofreyên xwe. "

'Hilberinên xwezaya ji ya fabrîqeyan bi tenduristirin'

Hîcran Çetîn jî destnîşan kir ku, di ew bi zarokên xwe re li bajêr dijin dema çêkirina savarê tên gund û bi hev re saravarê çêdikin. Hîcranê got ku ji ber savara fabrîkeyan ne bi tendûristin û hilberinên fabrîqe û yên xwezayî nabin wek hev. Dema ku ew bi destên xwe hilberinên xwe çêdikin tama wê xweştir e û dilê wan rihet dibe.

'Me berê bi distarê hûr dikir'

Sabriye Çetin ku ev 60 sal e savarê çêdike jî got ku, wan tu carî savara fabrîqayan nestandine û tercih jî nakin. Sabriyayê wiha axivî: "Çawa bira min tê em savarê çêdikin. Dayik û dapîrên me jî çêdikin. Em ji wan ferî çêkirina savara baş bûne. Baş tê bîra min. Berê de aş tune bûn. Me savara ku çêdikir piştî zîwa dibû me bi distarê hûr dikir. Bi rojan em diman pêve lê tama wê gelek xweş bû. Niha kes wê karê nake."

(rc)