Ava firingiya û îsota hûr amadekariya herî bi zehmete

09:26

Pîroz Zirig/ JINHA

DÎLOK- Amadekariyên zivistanê didomin û ji bo jinên Dîlokê ya herî zehmet amadekirina ava firingiya û îsota hûr e.

Bi bidawîbûna mehên havînê re li malan amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Li Dîlokê li her kolanê li şaneşînên malan û banan ava firingiya û sebze tên hişkirin. Ya herî zehmet jî amadekirina îsota hur û ava firingiyane.

Tûjiya wê destan dişewitîne

Sakîne Nas ya ji Pirsûsa Rihayê ji ber sedemên aborî koçî Dîlokê kiriye her sal dikeve nav vî kar û barê bi zehmet. Sakîne ku malbateke wê ya qerebalix heyeji bo ava firingiya û îsota hûr salê 300 kîlo dan û standin dike. Sakîne di hefteya ewil ya payîzê de dest bi hişkirina sebzeyan dike û wiha got: "Di vê demê de hem bûhayê îsotê dike û hem jî zêde ye. ji ber îsto tûje amadekirina wê zehmete û her kes vî karî nake."

Sakîneyê gto tevî ku çêkirina îsotê zehmete jî jin çêdikin û difroşin û wih agot: "Ev dibe çavkaniya debarê jî."

'Piştî rengê wê diguhere di makîneyê de tê derbaskirin'

Sakîne çêkirina îsota hûr jî wiha vedibêje: "Em îsota dibirin, tovên wê jê derdixin. Du rojan hişk dikin û dikin tûrik. Piştî rengê wê reş dibe em ji tûrik derdixin û dikin makîneyê û cardin hişk dikin."

Sakîneyê ji bo ava firingiyan jî wiha got: "Em îsotê paqij dikin. Hûr dikin. xwê dikin. çend rojên din di makîneyê de derbas dikin. piştre em li ser banê datînin. Ji bo bakterî çênebin jî dermanê wek tozê dixinê."

(pz/hu)