Li Gimgimê yekem jina qirtasiyefiroş Ozlem: Bi xwe bawerbin

09:58

JINHA

MÛŞ - Li navçeya Gimgim Mûşê jina bi navê Ozlem Akkoyun di navçeyê de jina yekem a ku kargeha qirtasiyeyê vekiriye. Ozlem diyar kir ku ew bi kargeha xwe keyfxweşe û dixwaze jin hemû ji xwe bawer tevbigerin û xwe tevlî hemû karan bikin.

Her diçe jimara jinên li ber deshilatiya mêran li ber xwe didin û di qadên xebatê de cih digirin zêde dibin. Jin li hemberî hişmendiya mêr xwe nû dide afirandan û têkoşîna jiyanê didin. Ozlem Akkoyun li navçeya Gimgimê Mûşê li hemberî hişmendiya mêr li ber xwe da û qirtesiyefiroşiyê dike û aboriya xwe pêşde dibe. Ozlem ji bo jinên derdora xwe bû mînakek erênî û bang li jinan kir û got: “Baweriya xwe bi xwe bînin û netirsin. Jin dikare hemû karî bike.”

‘Baweriya min zêde bû’

Ozlem diyar kir ku, ew nêzîkî dû salane li navçeya Vartoyê qirtesiyefiroşê dike û wiha got: “Dema min dest bi kargehê kir ez bin deynan mam, lê netirsiyam. Min bawerî bi xwe anî û wiha kar kir. Pêşiyê min jî ji aliyê aboriyê ve zor û zehmetî kişand, lê demên derbas bûyî karê min baş çû û min aboriya xwe niha baş kiriye. Piştre baweriya min ji bo min her ku diçû zêde bû. Ez ji bo pêşeroja zarokên xwe qirtesiyefiroşî dikim. Di demên berî de jinên navçeyê dernediketin kolanan, lê niha gelek jinên Gimgimê jî xwedî kargehin. Em jin hişmendiya mêr dişikînin û em ê serbikevin.”

‘Jin dikarin ji xwe re kargehan vekin’

Ozlem destnîşan kir ku, navçeya ew lê jiyan dikin biçûke lê ew dest ji karê xwe bernade, ew piştî vekirina kargeha xwe di nava civakê de serketinên xwe daye pejirandin. Ozlem ligel civakê dan û sitandina xwe jî wiha anî ziman: “Li Gimgimê ji bo jinan jî mêran jî kar û kargeh kêm heye. Ji ber wê jî em jin kar û kargehan di afirînin. Da ku em jîn jî aboriya xwe pêş bêxin divê em dest bidin hev û bi hev re kar bikin. Jina yekem a qirtesiyefiroş ez im. Ez fikîriyam û min got ku bi salane hemû tişt destê mêran de nabe û min ji xwe re kargeh vekir. Di demên borî de gel ê Vartoyê bi xwedî kirina ajalan aboriya xwe pêş dixistin lê jin dikarin karê cur bi cur bikin û debara xwe pêş bixin.”

(hk-va/zt)