Jinên hîndekar: Em li pişt gotina xwe ne

09:16

Hîkmet Tunç/JINHA

WAN – Mamosteyên jin yên li Wanê ji peywirê hatine girtin diyar kirin ku ji ber li dijî şer gotine aştî ji peywirê hatine girtin û got ew li pişt têkoşîna xwe ne.

Bi Biryarnameya Hukma Qanûnê (KHK) li Wanê 735 mamoste ji peywirê hatin girtin. Mamosteyên endamên Egîtîm Senê diyar kirin ku ew wê heta dawiyê têkoşîn axwe berdewam bikin.

‘Divê piştgiriyê bidin têkoşînê’

Mehtap Atabay ya 15 sale mamostetiyê dike diyar kir ku li holê hinceteke ku bi çavan bê dîtin tine û got di destê hikûmetê de lîsteyeke heye û bi OHAL’ê re ev lîste nirxandiye. Mehtabê got çalakiya hatiye kirin di nav faliyên sendîkayê de heye û got: “Ji ber di faliyetên sendîkayê de heye ezê tevlî bibim. Ji ber me li dijî şer got aştî em ji peywirê hatin girtin. Em bang li malbatên xwendekarên xwe, hevalên xwe yên hatine durxistin û sendîkayên din dikin ku piştgiriyê bidin. “

Duygu Boynu Înce jî balkişand ser rojeva Tirkiyeyê û got: “Polîtîkayên paşverû yên AKP’ê di pêvajoya OHAL’ê de dijwartir bûne. Fikarên me zêde ne. Yek ji van jî ezim. Fikarên me wê bi mezinbûna têkoşînê ji holê rabe. Dengê ji bo aştiyê derdikeve, rastî şîdeta AKP’ê tê. Emê bi rêxistinî dengê xwe bilind bikin.”

Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Wanê Ozgur Çelîkkalelî da zanîn ku êrîşa hatiye kirin ne tenê li kedkaran li hemû civakê hatiye kirin û got: “Di vê têkoşînê de em ne destpêkin, ne dawî ne. Ji ber me di 29’ê Kanûnê de got ‘li jî şer aştî’ me got bila pêşeroja zarokên me tarî nebe em ji kar hatin durxistin. Ev pêngaveke dijhiqûqiyê. Em beyî lêpirsîn hatin girtin. Me serî li her rêyên hiqûqê da.Emê têkoşîna xwe bidomînin.”

(hu)