Dema çêkirina beniyan hat

09:09

JINHA

MÊRDÎN- Jinên navçeya Kerboranê dest bi çêkirina beniyan kirin. Jinan diyar kirin ku çêkirina beniyan, basîq û dims çanda herêma Mêrdînê ye.

Li gundê Batera ya navçeya Kerborana Mêrdînê jin ji bo amedekariya zivistanê dest bi çêkirina beniyan kirin. Jinên ku çêkirina beniyan wek çandek herêmê dibînin, diyar kirin ku ew her sal beniyan, basîq, dims û helîle çêdikin.

'Mirov bi çand û zimanê xwe heye'

Hediye Avci wiha qala çêkirina beniyan kir: "Em pêşî gûzan bi derzî di beniyan re derbas dikin dûve jî gûzê bi darvêkirî dinav basîqê de dikin. Ez beniyan ji neviyên xwe yên Konyayê re jî rêdikim. Ji ber ku li bajarên tirkan benî kêmin. Benî, dims, basîq û helîl çanda herema Mêrdînê ye. Ev çand çanda meye. Em tucar jibîr nakin. Mirov bi çanda xwe û zimanê xwe heye."

(dt/rc)