Ji zeviyên Çinarê piştgirî ji Sûr, Cizîr û Nisêbînê re

09:03

JINHA

AMED - Li Çinarê di zeviyên ku jin têde dixebitin de, berhemên ku berhev dikin ji bo piştgiriya Sûr, Cizîr û Nisêbînê dişînin.

Di binesaziya Navenda Jinê ya Jinwarê ya girêdayî navçeya Çinara Amedê, zeviyên ku bi keda jinan hatî çandin êdî berhem dide. Pereyên ku di encamê berhemên zeviyan de tên berhevkirin, bi armanca piştevaniyê ji gelê Sûrê, Cizîr û Nisêbînê re tên şandin. Di meha gulanê de Şaredariya Çinarê projeyek hevpar da destpêkirin û di zeviyan de gundur, zebeş, bamya, firingî û bîber hatin çandin. Jin encama xebata piştevaniyê nirxandin.

Endamê Meclîsa ya Çinarê Denîz Demîr wiha qala xebata xwe kir: " Me ji bo jin debara mala xwe pêk bînin, Meclîsa Çinarê, Meclîsa Şaredariyê û Navenda Meclîsa Jina ya Jinwarê û Midura Polîtîqayê va projeya çandiniyê pêk anî. Me di meha gulanêde dest bi çandina zevîyê kir. Me zevîyê de biryara çandina bamya, gindor û zebeş jî çandin û di du heyvan de me berhem girt. Berhemên ku em kom dikin dibin difroşin û pereyên ku em qezenc dikin jî ji bo piştevaniya Cizîr, Sûr û Nisêbîn em dişînin."

Xebatkara bi navê Aynur Kurt jî ji ber ku, hevjînê wê di girtîgehê deye, bi armanca debara mala xwe pêk bîne dixebite. Aynûrê diyar kir ku, her çiqas xebatê wan zehmet be jî lê ew bi kêfxweşiyek mezin karê xwe dikin.

(ra-mm/rc)