Jinan bertek nîşanê kesên çav berdana tezgaha wan dan

09:08

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Şaredariya Seyhanê bi hinceta li Kolana Çandê tadîlat tê kirin tezgahên jinan radikin. Jinên bi salan eli kolanê esnafiyê dikin û debara xwe dikin gotin ew destur nadin navê wan ji destê wan bê girtin.

Kolana Çandê ya Ahmet Kalfa ji aliyê Şaredariya Seyhanê ve ji bo jin amûrên keda destê xwe bifroşin, tahsîs kiribûn ku tezgah bên vekirin. Lê niha rakirina bazarê ya li kolanê di rojevê de ye. Şaredarî bi hinceta ku wê tadîlat bê kirin dixwaze tezgahan rabike.

'Divê me guhdar bikin'

Katîbe Akdogan ya 65 salî ku 10 sale di tezgahê de amûrên keda destê xwe difroşe diyar kir ku şaredarî beyî ji wan bipirse dixwaze kolanê hilweşîn eû got: "Ev der cihê nanê me ye. Dixwazin kolanê nû bikin, wê demê bila cih nîşanê me bidin. Nekarin li gorî xwe kar bikin. Em debara xwe li vir dikin. divê me guhdar bikin û rêya hevpar bê dîtin."

'Em ji bo tadîlatê tiştek nabêjin, bila me ji vir navêjin'

Dîlek Karapinarê jî got: "J ime re gotin emê kolanê tadîlat bikin. Lê dixwazin me ji vir bavêjin. Em ji bo tadîlatê tiştekî nabêjin. Jixwe qadên xebata jinan kême. Niha vê jî ji destê me digirin. Şaredarî tiştekî zelal nabêje. Em jî biryaran qebûl nakin."

Nîrgul Sehîtoglu jî bertek nîşan da û got: "Min salên xwe da vê tezgahê. Keda me di carekê de tine dikin. ev der ji bom e veguherî qada jiyanê. Em li vir piştevaniyê didin jiyîn. Em îmzeyan berhev bikin û biçin şaredariyê. Hêza wan têr nake me ji vir bavêjin."

Rayedarên şaredariyê jî îdia kirin ku kolan wê bê hilweşandin lê jin wê neyên mexdurkirin.

(hu)