'Em şalan paqij dikin lê pereyê ku em şalekî bistînin, nagirin'

09:14

Pîroz Zirig/JINHA

DÎLOK - Li Dîlokê jinên li taxên xizan serî parçeyê şalan paqij dikin, kolanan vediguherin atolyeyan. Jinên ji ber zextên civakê nekarin biçin kar, diyar dikin ku bê ewle dixebitin û beramberê keda xwe nagirin û gotin: "Em şalan paqij dikin lê pereyê ku em şalekî bistînin tine."

Li Dîlokê jinên li taxên xizan dijîn, şalan paqij dikin û debara xwe dikin. Carnan guz û fistikan dişikînin û carnan jî mewijan paqij dikin.

'Ez neçarim jiyana xwe bidomînim'

Fatma Canê got ew 3 sale şalan paqij dike û got ji ber zarokên xwe nekare li der bixebite û got: "Ji bo em bijîn divê em bixebitin. Ji ber jiyan vê tîne hember me. Min jî dest bi vî karî kir. Ez zêde qezenc nakim lê neçarim."

Fatmayê diyar kir ku li taxê gelek jin vî karî dikin û got: "Pereyê baş navbeynkarên me qezenc dikin. Em bendikên şalan dikûsin. Kamyonek şal tînin, li vir vala dikin. Li gorî daxwaza me didin me. Çavkaniya debara me jî eve."

'Em hejmar wan negirin pere em didin'

Alîme Kivrakê jî got reng û hejmara şalan tê girtin û got: "Şal ji ber rengînin her kes rengekî digirin. Kî ji kîjan rengî çend heban bigire, wek nîşe ligel xwe digirin. Dema tîni dijmêrin û di rewşa kêm derkevin de pere em didin."

Alîmeyê destnîşan kir ku kedek mezin didin lê pereyê şalekî nagirin û got: "100 şal bi 6 lîrayî tê kirin. Ez, du keçên xwe û neviyên xwe rojê 300-350 şalî paqij dikin. ew jî tê 20-30 lîrayî."

Raziye Kotan jî wiha got: "Em ji ber zextên civakê nekari li derve bixbitin û em mahkumê vî karî dibin. Dibêjin şerme. Ji ber ev karê li malê ye em zehmetiyan nakêşin. Lê em beramberê keda xwe nagirin. Karsaz çi bide me em qebûl dikin."

(hu)