Jinên Kerboranê li ber bayê çiyayê Mava dims û bastîqan çêdikin

09:08

JINHA

MÊRDÎN- Jinên Kerboranê ji bo amedekariya zivistanê dest bi çêkirina dims û basîqê kirin. Jinan gotin ku, ew dema çêkirina dims û basîqan jin tev dên gel hev û bi aweyek komîn xebatê xwe dikin.

Jinên Kerboranê li ber bayê çiyayê Mavayê dest bi çêkirina dims û basîqan kirin. Jinên ku çanda çêkirina dims û basîqan ji dîrokê heya roja îro didin jîndin, bi aweyek komînal xebatê xwe pêk tînin. Jina bi navê Delal Şîmşek diyar kir ku, ew serê sibê zû ji xew radibin û tevî jinên gund diçin nava rezê û tirî berhev dikin.

'Jin li gund her karî dikin'

Delalê anî ziman ku karê gund piranî bi keda jinan tê rêvebirin û wiha got: "Mêr her tişt dike malê xwe. Lê li vir jin her karî dikin. Çêkirina dimsê heya bastiqê tev jin çêdikin. Îro min tirî perçiqand, dûvre em ê ava tiriyê bikelînin û bi aweyek xwezayî çêdikin."

'Ez ji dayika xwe hînê vî karî bûme'

Zekiye Turgut jî bi lêv kir ku, ew her sal dema çêkirina dimsê ji Êlihê berê xwe didin gundê Baterê û wiha axivî: "Piştî berhevkirina tirî em avê wê dertînin û dikelînin. Dûvre em tevî ar, rûn û şîrê dikin û basîqan çêdikin. Ser cilek paqij radixin. Piştî basîq zuha dibe em didin hev." Zekiyeyê da zanîn ku, ew ji dayika xwe hînê çêkirina basiqan bûye û got ku ew ji bo amedekariya zivistanê çêdikin.

(dt/rc)