Jinên Amedê amedekariya zivistana sar dikin

09:05

JINHA

AMED - Li semta Dîclekentê jin bi çêkirina lihêfan amadekariyên zivistanê dikin û bi vî awayi hûner û keda destê jinê didin jîndin.

Li semta Dîclekenta Amedê jin bi çêkirina lihêfan kevneşopiya dayîkên xwe didin jîndin. Jin havinan hiriya pez kom dikin û ji bo zivistanan dikin lihêf û bi kedek mezin lihêfan çêdikin. Jinên ku çandek bi keda xwe didin jîndin hem ji bo mêvanan amade dikin hem jî ji bo zarokên xwe ji serma zivistanê biparêzin çêdikin."

'Em bi çêkirina lihêfan hûnera destê jinan pêş dixîn'

Jina bi navê Ferayet Tantekîn diyar kir ku, ew bi çêkirina lihêfan hûnera destê jinan pêş dixin û wiha got: "Havînê em hiriyê pez didin hev û ji bo zivistanê lihêfan amede dikin. Çêkirina lihêfan kedek mezin dixwaze ji ber ku herkes nikare lihêfan çêbike û ewqas zehmetiyê bikişe em pir zehmetiyê dikişînin. Lê baş dibe ji ber ku xewa lihêfên hirîyan li gorî lihêfên amede pir xweşiktir û siviktire. Em bi çêkirina lihêfan hûnera destê jinan û afireneriya jinan pêş dixîn."

'Dixwazin hûnera destê jinan ji holê rakin'

Ferayetê bi lêv kir ku, lihêf ji bo tendûristiya mirov jî başe û wiha pê de çû: "Em dest pê kê hirîyê dişûn gava zûha dibe, dest bi çêkirina lihêfan dikin. Lê niha her kevneşopiyek û hûnera jinê bi wendabûnê re rû bi rû ye. Em naxwazin ku ev çanda me wenda bibe. Ciwanên me mejiyên wan bi tunebûnê re mijûle, lê nizanin ku çêkirina lihêfan ne tenê pêdiviyeke wî demî kevneşopiyek dayikên me ye. Lihêf ji bo tendûristiya mirov jî pir başe. Ji ber ku ji xwezayê sûd digire. Lihêfên ku em çêdikin hem zivistanê mirovan gerim digere, hem jî ew mirovên ku nexweş zivistanê de nexweşiya xwe bi lihêfên xwezayi re dihelînin. Lihêf kevneşopiyên me zemînên çanda me ya kurdewarî ye."

(zyd-md/rc)