Li çiyayê Şengalê amadekirina danê mehîrê

09:05

Pakîze Xelîl/JINHA

ŞENGAL - Jinên Êzîdi yên li çiyayê Şengalê bi domandina rê û risman parastina nirxên xwe dikin û danê mehîrê amde dikin gotin: "Di çanda me de bi dan gelek xwarin tê çêkirin û em wek miletê Êzîdî dan pir hez dikin."

Gelê Êzîdî ya ku çiyayê xwe bernedan û neçun li vir bi domandina tiştên xwe yê kevnar hebuna xwe didomînin. Jinên Êzîdi yên Çiyayê Şengalê bi çêkirina xwarinên dîrokî yên heremî dîroka xwe diparêzin. Mehîr jî wek xwarinekî kevnar ya Êzîdxanê li çiyayê Şengalê dibin çadiran de tê kelandin û bîranên rojên xweş zindî dike. Xwarina mehîr jî wek xwarinekî kevnar a van axane gelek zehmet tê çêkirin. Jina Êzîdî ya bi navê Berfê Îlyas ku li gundê Kolka yê Şengalê jiyan dike ji me re behsa çêkirina vê xwarinê û giringiya wî kir.

Berfê diyar kirin ku ji bo danê mehîrê were çêkirin divê destpêkê genim bê şuştun û di hotekî kevirî de bi mîqutekî darî ya herî kêm 3 kîlo were qutandin û got: "Destpêkê genim dişon û di hotê de diqutin ji bo qalikê wê jê derkeve û were qeşartin. Piştî kutandinê li ser tepsîyekî û datînin ber rojê. Li vir bilind dikin, ba qalikan dibe û dan paqij dibe. Piştre cardin wê danê dişon û ser agirekî geş nêzî saetekî dikelînin. Dema dan nerm dibe dewê bi mastê pez berdidin û nav hev de dikelînin qasî nîv saetê. Piştî dikele datînin da ku sar bibe. Piştî wê cemedekî dixin nav de û wisa xwarinê re amade dikin."
Berfê da zanîn ku danê qutandî ne tenê ji bo mehîrê tê çêkirin û wiha domand: "Ev danê hatiye amade kirin ji bo Simata cejna Xidir Îlyas jî tê çêkirin. Simat xwarinekî bi nok, goşt, dan û gelek tişt nav hev de diklînin wisa tê çêkirin. Gelek caran bi destar dihêrin û dikin savar jî. Di çanda me de bi dan gelek xwarin tê çêkirin û em wek miletê Êzîdî dan pir hez dikin."

Berfê bal kişand ser çanda berê ya xwarinên Êzîdxanê û wiha berdewam kir: "Me berê hemu xwarinên xwe bi kedekî mezin amade dikir. Wek niha aşên mezin nebûn. Di hotên kevirên tişt têde tên qutandin de bi mîqutan me genim û danê xwe, ardê xwe çêdikir. Dibe ku niha aşên mezin hebin û bê zehmet jî bibin lê tehma xwarinên kevin nadin. Bo vê jî em dev jî çanda xwe bernadin û wek dayik û pîrikên xwe bi zehmetiyên mezin amade dikin lê tehmekî xweş lê digrin. Tiştên niha paketên dikanan de bê tehmin. Demek me dev jî çêkirina van tiştan berda bû me jî tiştên rihet dikir, lê me dît ku nabe em vegeriyan ser çanda xwe."

(kom/zt)