Jinên Til Timrê amedekariya zivistanê dikin

09:23

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Jinên bajarê Til Temir bi çêkirina tirşo û konservayên bacanê sor amedekariya zivistanê dikin.

Bi hatina demsala payîzê re jinên bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê dest bi amedekariya zivistanê kirin. Jinên ku di nava şert û mercên teng de amedekarî dikin diyar kirin ku, amedekarî bi keda jinan hîn xwezayî û xweştir dibe.

Yek ji van jinan Şehnaz Mihemed Eşref ya ku li Taxa Sûka bajêr dijiye. Şehnazê anî ziman ku, amedekariyên ku bi destê jinan û xwezayî tên gel hev hîn bi tamtire û wiha got: "Jixwe li sûkê tiştên xwarinê buhayê wan giran e û piranî jî paqij çênakin. Ez di wê baweriyê de me, mirov dikare li gor her şert û mercê jiyana xwe debara xwe pêk bîne."

Şehnazê bi lêv kir ku, wê amedekariya xwe bi dawî kiriye û wiha p^^ede çû: "Me xiyarşor (turşoya xiyaran), turşoya bacanên reş, hişkirina bacanên reş, pelên tirî, penîr, bacanên sor, hişkirina sebze, girar û kotayî tev çêkirine."

(en/rc)