Kargeha 'Pîroz' rastî eleqeyek mezin tê

09:19

Roza Hiso/JINHA

AMÛDÊ - Li bajarê Amûdê jinên ku di kargeha cilan de cil û bergên gelêrî didrûn diyar kirin ku, ew çanda xwe ya kurdewarî didin jîndin.

Li rojavayê Kurdistanê jin pêşengiya kargehên cil dirûnê dikin. Li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê jî kargeha bi navê 'Pîroz' ji hêla Desteya Karûbarên Civakî ve di 17'ê Adarê de hate vekirin. Jinên ku di kargehan de pêşengiyê xebatê dikin diyar kirin ku, ew bi dirûtina cilên gelêrî çanda kurdewarî didin jîndin.

'Jinê hunera dirûnê afrandiye'

Rêvebera kargehê Cûdî Yûnis anî ziman ku, piraniya xebatkarên kargehê jin in û wiha got: "Di kargehê de jin kedeke mezin didin. Jixwe ji dema kevnar de jî kare dirûnê ya jina ye. Jinê hunera dirûnê afirandiye. Me jî xwest ku bi vê kargehê jin di karên aborî û civakî de tevlîbûna xwe zêde bikin.”

'Xebatê me rastî eleqeyek mezin tê'

Cûdîyê da zanîn ku zindî hêştina çanda gelêrî girînge û wiha domand: "Ji ber elektrîkê û pêdiviyên kêm xebatê me demek bandor bû. Lê niha rewşa xebatê başe. 11'e kes li dirûnxanê 6 saetan dixebitin. Em cilên gelêrî didirûn û wan jî derbasî bazarê dikin. Cilên me rastê elaqeyeke mezin tê. Jixwe jin li Rojava piranî di rojên taybet de cilên gelêrî li xwe dikin. Em qumaşê ji bo dirûnê ji sûka Qamişlo bi buhayeke baş dikirin û berhemên kargehê jî dişînin sûka Hesekê."

Cûdiyê bang li tevahî jinan kir ku, tevlî xebatê bibin ku bikaribin aboriya serbixwe pêk bînin.

(en/rc)