Hedye yê bi çêkirina gore û patîkan bêhna xwe dertîne

09:30

JINHA

MÊRDÎN - Jinên gundê Baterê çanda xwe yê xwezayî bi çêkirina gure û patîkan dewam dikin.

Li gundê Baterê ya navçeya Kerborana Mêrdînê jin çanda resen yê çêkirina gure û patîkan berdewam dikin. Hediye Avcî diyar kir ku, ew bi çêkirina gure û patîkan bêhna wê dertê û wiha got: "Ez gora çèdikim lê ez hertim nafiroşim. Dema carna mevanê min tên ez gora diyarî wan dikim. Bi çêkirina gora behntengbûna xwe jî derbas dikim. Çar keçê min hene. Min zarokê xwe bi tenê mezin kirin, ji ber ez ji xwe bawer bûm û min ji hêza jine bawerdikir."

'Divê jin bi hêza xwe bawer be'

Hediya yê wiha dewam kir: "Carnan gora difiroşim ji bo aboriya mala xwe pêk bînim. Ez mevluda kurdî dixwînim û gora jî çêdikim û ez va gora carna dibim şîraniya bûka wek diyarî. Li gorî min jin ji mêra behtir dikare li ser piya bi sekinê û jiyana xwe dom bike. Ji bo vê bila jin ji xwe bawer be. Ez ji xwe bawer im bi salaye ez aboriya xwe bi xwe didim meşandin."

(dt/rc)