Jin catirê ji bo zivistanê amede dikin

09:04

JINHA

MÊRDÎN - Halîme Ekîncî ya ku ji qontara çiyan catirê berhev dike, amedekariya zivistanê dike.

Ji ber zilma dewletê ya salên 90'î gelek welatî neçar man warên xwe terk bikin. Halîme Ekîncî ya ku 30'î sale li welatên xeribiyê dijiya, vegeriya gundê Baterêye yê û dest bi amedekariya zivistanê kir. Halîmeyê diyar kir ku ew 30'î sale bi hesreta gundê xwe jiyan kiriye û wiha got: "Li bajêr jiyan tev nexweşiye. Ez bi hatina gund kêfxweşim. Li vir aramiya jiyanê heye."

'Ez ji xwezayê pêdiviyên xwe pêşwazî dikim'

Halîmeyê bi lêv kir ku, ew li gund hîn bêhtir xwe nêzî xwezayê dibînin û wiha domand: "Li bajaran em ketibûn nava dîwarên avahiyê. Lê li vir em diçin nava dehla hejîran û tiriyan. Ez li gund ji xwezayê pêdiviyên xwe pêşwazî dikim. Serê sibê ez çûm çol û çiya min catirê ji bo zivistanê berhev kir. Li Konya me dikirî. Sûdê wê ji bo mirov geleke."

(dt/rc)