Jinan dest bi amedekariya zivistanê dikin

12:03

JINHA

ÊLIH – Jin ji bo amedekariyên zivistanê berên xwe dan nav zeviyên gilgilan û ji bo şotê qeselên gilgilan berhev dikin.

Jinên Êlihê ji xwezayê sûd digirin û ji bo zivistanê dest bi amedekariyan kirin. Jinan ji bo şotê berên xwe dan nav zeviyên gilgîlan a ku li taxa Çayê ye û qeselên gilgilan ên xişk berhevkirin. Jinên di berbangê de diçin nav zeviyê û di kela kela germê de qeselên gilgilan kom dikin. Jinên ku bi zarokên xwe tên zeviyê diyar kirin ku ji bo êzîng gelek giranin nikarin bistînin û zivistanê xwe germ bikin.

‘Êzîng gelek bihane em nikarin bitsinin’

Jina bi navê Ayşe Acar anî ziman ku darên gilgilan ji ya darên mezin baştir û germtir dike lewra ew qeselên gilgilê tercih dikin û wiha got: “Li Êlihê zivistan gelek ser derbas dibe. Em komûrê bikartinin lê bêhna wê jî wek jerh e. Ji ber êzîng gelek bihane em nikarin bitsinin. Ji ber vê yekê jî me qesela gilgilan kom dikin û zivistanan xwe pê germ dikin.”

‘Qesel ji komûrê baştir e’

Jina bi navê Xanîm Bayar ku bi zarokên xwe re ji serê sibê heya êvarê qeselan kom dikin jî got ku,, ji ber derfetên wan tune qeselên gilgilê kom dikin û ev tişt got: “Em berê li gundan bûn û ji nav zevî û bostanên xwe daran diçinan û me wiha pêdiviyên xwe pêşwazî dikir. Lê çawa ku em hatine bajêr û şun de em ji xwezayê dur hatin xistin. Li bajêr komûr tê bikar anin. Ew jî ne baş e û giran e. Ji ber vê jî em her sal dema gilgîlan tên nav zeviyê û qasala wê berhevdikin.”

(za-ho/rc)