Jinên karkerên çandiniyê sîgorteyê dixwazin

09:02

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE- Jinên li Çukurovayê li baxçeyê lîmanan dixebitin, ji ber şert û mercên bê ewle bi gazincin. Jinan sîgorteya çandiniyê xwestin û got bi pereyekî kêm dixebitin. Jinan gotin dema ji baxçe diçin malê vê carê karê malê dikin.

Karkeriya demsalî ji ber şert û mercên bêewlebûnê koletiyê ferz dike. Jinên karkerên çandiyê yên li Çukurovayê dixebitin diyar kirin ku bila sîgorteya wan bê razan. Sakîne Sezîk ya li baxçeyê lîmanan dixebite got ew karekî bi sîgorte nabîne û her sibeh saet di 5-6’an de tê ser erd. Sakîneya 45 salî rojê bi 45 TL dixebite.

'Berhevkirina lîmonê zehmete’

Sakîneyê got: “Carna pereyê me demek dirêj nadin. Em carna bi zorê digirin. Niha sezona lîmonê dest pê kir. Em mehek du mehan lîmonan berhev dikin. berhevkirina lîmonê li gorî narenciyên din zehmete. Diriyên wan hene. Em di bin rojê de dixebitin. Heqdestê me jî gelek kême.”

Zeynep Geçkîn ya 58 salî got ew sibehan zû tê baxçe û got: “Tevî vî temenê xwe ji ber kar tine ez têm vir. Ez nexweşim û bi rastî jî ev kar zehmete.”

Nadiya Ahmet ya ji DAIŞ’ê reviya û hat Çukurovayê hîna 17 saliye. Nadiyayê got: “Em li ser xaka xwe diçûn dibistanê. Lê li vir ji bo em bijîn em karên ji xwe meztir dikin.”

‘Ti ewlehiya wê tine’

Sultan Bardakçi ya 54 salî jî got ji bo pêşeroja karkerên çandiyê divê sîgorteya çandiniyê hebe û got karekî gelek zehmete û ti elwehiya wê tine. Pir caran avek sar tine em vexwin. Xwediyên erd û çawîşên li ser me her tim li ser serê me disekinin û nahêlin em bîhna xwe bidin. Em kedek mezin didin lê pereyê em digirin kême.”

Sultanê di dawiyê de got piştî ji ser erd diçin malê vê carê karê malê dikin û got ew dixwaze sîgorteya wê bê razan û teqawît bibe.

(hu)