Li gundên Kerboranê amedekariya zivistanê

09:06

JINHA

MÊRDÎN - Li gundè kerboranê ji jinên di nava xebatên amadekariyên zivistanê de Sultan Ekîncî got ku ew hersal vî demî dest bi amadekariyan dikin û hemû tiştên xwe xwezayî bi destê xwe çêdikin.

Li Kerborana Mêrdînê jin amadekariyên zivistanê dikin. Jin bi hev re her roj ji bo malekê dixebitin, bi keda hevkar ji berhemên xwezayê tamên cuda derdixin hinê dixwin hinê jî ji bo zivistanê radikin. Jina bi navê Sultan Ekîncî, li gel keça xwe Bistîn û bûka xwe Hamdiyê Ekîncî Demirtaş li gel jinên gund dest bi amedekariya zivistanê kirine.

Sultan Ekîncî wiha qala amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê kir: "Ez hersal tirşik a şuşa çêdikim. Sibihê em çun nav baxçan, me bacan, îsot û bamya komkirin. Niha em ê îsot, bacan û bamya bihev re bipijenin û piştî we şuşa tişî bikin."

Hamdiyê Ekîncî Demirtaş jî destnîşan kir ku ew herî zêde di nava gund de ji keda hevkar hez dike û wiha axivî: "Ez îsal hatim gund, lè bi rastî jiyana gund pir xweşe. Dema em tirşka şuşan çêdikin em jin hemû diçin alîkariya hev."

Bistîn Ekîncî jî da zanîn ku ew li gund arame û wiha dom kir: "Li bajara ji mirov tirşika şuşa çêdikin, lê bes tema ya gundan cudaye. Ji bo ku hemû tiştên dikevin nav tirşikê xwezayîne. Her roj em diçin alîkariya malekî li gund çi kar be em bi hev re dikin, ji bo wê ez ji jiyana gunda hez dikim."

(dt/zt)