Dahatuya serayên hilberîna jinan ji bo Geverê ye

09:04

Vîldan Atmaca-Hîkmet Tunç /JINHA

WAN –Li Payîzava Koperatîfa Jinan Xavesor ya bi pêşengiya jinan hat avakirin, jiyanek komunal esas digire û gel tevlî hilberînê dike. Dahatuya serayan jî wê ji bo jinûve avakirina Geverê ku berxwedana rêveberiyên xweser lê hat jiyîn bê bikaranîn.

Şaredariya Payîzava ya DBP’î serayên ku keda jinê têde heye ava kirin û armanc dike hilberînên xwezayî bên bikaranîn. Şaredariyê Kooperatîfa Jinan a Xavesor ava kir û koperatîfê îsa ji serayan hilberînên xwe girt. Hatina hilberînên li bazarê tê firotin ji bo avakirin Geverê ye.

Hevşaredara Payizavayê Yildiz Çetînê têkildarî mijarê de axivî û got xaka navçeyê gelek dewlemende û got gel ji xakê tê durxistin û berê wan didin fêkî û sebzeyên bi hormon. Yildizê wiha got: “Bi piştgiriya şaredariyê jî koperatîfê ev projeya serayê xist jiyanê û gel jî bi hestiyar nêz bû.”

‘Sebzeyên erzan û organîk’

Yildizê got projeya serayê qada îstîhdamê ava kiriye û got: “Gelê me êdî sebze û fêkiyên organîk dibînin. Sala borî seraya me li ser 300 donimî bû. îsal ji bo em welatiyan jî tevlî serayê bikin, me nîvê vê da gel. 120 donim me da wan. 50 donim nok hatin çandin. Em ji hilberînên xwe konserve û turşiyê jî çêdikin û li bazaran difroşin.”

'Jin berhev dikin’

Yildizê wiha berdewam kir: “Pereyê tê em ji bo xwendina zarokên keç wek burs vediqetînin û ji bo kesên hewcedariya wan heye tê veqetandin. Jin hilberînan berhev dikin. bazara wan jî jin dikin. sala borî me kelem û sebze li gundan bê pere belav kir. Îsal jî em ji bo gelê Geverê vê derfetê peyda dikin. em nokên xwe pakêt dikin û didin kesên hewcedar û piştre emê bidin marketan. Em ji bo mehên zivistanê jî serayê amade dikin.”

‘Jiyana komunal tê hedefkirin’

Yildizê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo sala pêş projeya me ji niha de amade ye. Em hedef dikin ku gel li dora jiyana komunal tevlî hilberînê bikin. Me îsal şitlê sebzeyan da gel. Armanca me ev bû ku em teşwîq bikin.”

(ng/hu)