Leyla bi 'Bûka Baranê' re tehmên çandî pêşkêşî gel dike

09:49

Nîşmiye Guler/JINHA

WAN – Leyla Kiliçê li Wanê wek jinekê pastaneya yekem bi ‘Bûka Baranê’ xist jiyanê. Hemû hilberîn ji destê jinê dertên û hedef jî bi xebatek komunal xwe bigihînin gel.

Jin ji zîhniyeta serdest ya mêr ku hemû deriyên xebatê lê girtine, tiştekî napên û karkeriyên xwe vedikin. Hem jî ne bi cudakariya patron-karker a modernîteyê, bi nirxên komunal bi piştevaniyê hildiberînin. Li Wanê li navçeya Îpekyolê jina bi navê Leyla Kiliç pastaneyek bi navê ‘Bûka Baranê’ vekir û paste, çoreg û boregan çêdike. Leylayê diyar kir ku bi salan bû xeyala tiştekî wisa dikir û got di çarçoveya projeya Teşwîqa Yekitiya Ewropayê qurs girtiye û karê xwe vekiriye.

'Ez ji bo hemû jinan dixebitim’

Leylayê di berdewamiyê de diyar kir ku yên derdora wê ew teşwîqê projeyê kiriye û niha di pastaneya xwe ya bi rengên mor hatiye xemilandin paste, boreg, manti û çoregan çêdike. Leylayê wiha got: “Hedefa me eve ku ez cihê xwe mezin bikim û jin bi rehetî bên vir dema xwe derbas bikin. Armanca min ya din jî eve ku ez ji bo jinên dixwazin bixebitin jî bibim derfet. Ez li vir ne tenê ji bo xwe ji bo hemû jinan dixebitim. Divê jin bixwe bawer bin. Jin divê li malê xwe kor nekin û di alî aborî de ne girêdayê hevjînên xwe bin.”

'Ez kêfxweşim’

Leylayê diyar kir ku her roj bi kelecan kargeriya xwe vedike û got dema ew xwarinan çêdike dikeve nava kelecana ku tehma ku pêşkêşî gel dike. Leylayê got xebat huzurê dide wê û wiha berdewam kir: “Xebata min ya li vir a ji bo gel min gelek kêfxweş dike. Em bi du hevalên jin re dixebitin. Em hilberînên xwe li ser siparîsan çêdikin û hilberînên me li gorî butçeya gele.”

'Gelê me xebata me pîroz dike’

Leylayê bi lêv kir ku di jiyana xebatê de hîna nûye û got ji gel jî bertekên êrînê digirin û wiha got: “Kesên tên vir me pîroz dikin.li Wanê wek jinê yekem pastane min vekiriye. Li vir her tişt bi hilberîna jinê tê pêşkêşkirin. Armanca me eve ku em tehmên çandî pêşkêşî gel bikin. Hedefa me eve ku em bi awayekî komunal xizmetê bidin gelê xwe.”

(sg/hu)