Jinên Efrînê dest bi çêkirina zetirê kirin

09:06

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN -Ji destpêka havînê heya payîzê jinên Efrînê sebze, giya û fêkiyên ku ji bo çêkirina zatir amade kiribûn, niha jî dest bi amedekirina Zeytîı Zetirê kirin.

Zeytê Zatir yek ji xwarina teştê ya herî binavûdeng a rojavayê Kurdistanê ye. Piranî jî amûrên ku pê zatir çêdibe li Kantona Efrînê şîn dibin. Lê çêkirina zatir demeke dirêj û kedên mezin jî dixwaze. Ev kar jî piranî bi destên kedkar ên jinên Kantonê tê kirin. Jinên ku ji destpêka havînê dest bi berhevkirina amûrên zaterê dikin, niha jî êdî zaterê çêdikin.

Jin ji xwezayê madeyên zetirê yên wek bitim (kizwana gir), catir, nok, dendikê petîx, zebeş û gule berojan, simaq, savara gir, baharatên wek kemyon, îsota sor, xwê û leymûna toz, kom dikin û hin ji wan radixin ser paç û li ber rojê zuha dikin. Piştî kerese tev amedebûn, wan yek bi yek li ser agirekeke tenik diqewirînin û dawiyê de li hev dixin. Paşê ji bo hûr bikin, tev dihêrin. Piştre kuncî dikin nav de û wiha jî pêvajoya amadebûna zayetê zatir bidawî dibe.

Jina bi navê Solî Osman (60)î ya li bajarê Efrînê dijî, li mala xwe zeytê zatir amade dike. Soliyê pêvajoya çêkirina zetirê anî ziman û diyar kir ku, çêkirina zatir pir zehmet nîne, ya girîng peydakirina kereseya wane. Soliê bi lêv kir ku, hinek baldarî, hinekê jî tecrûbe jî hebe wê zaterek baştir amede bibe.

Soliye yek bi yek madekariya bingehîn yên zetirê jî nîşan da û da zanîn ev tev li Kantonê şîn tên û ew jî bixwe wan kom dike. Soliyê anî ziman ku ew çêkirina zaterê ji dayika xwe hîn bûye û wiha pêde çû: "Min zarok û cîranên xwe jî fêr kiriye ku çawa zetir çêbikin. Ev çand bi keda jinan pêşketiye û divê ev çand berdewam bike. Em dev ji çandiniyê û berhemên xwezayê bernedin."

(en/rc)