Jinên di nava baxçeyan de dixebitin berhemê keda xwe dixwazin

09:54

Nişmiye Guler/JINHA

WAN – Jinên li Westanê di nava baxçeyan de dixebitin berhemê keda xwe nagirin vedigerin malê.

Jinên demsala havînê weke karkerên demsalê di nava baxçeyan de dixebitin berhemê keda xwe nagirin. Li navçeya Westana Wanê karkerên piraniya wan jinin li ber germa tavê heya êvarî dixebitin. Jinên di nava baxçeyên bi qasî du kîlometreyan durî navçeyêne de dixebitin, her çendî di ferqa mêtîngeriya keda xwe de ne jî, ji bo hinek alîkariya aborî bidin malbata xwe kêfxweşin.

'Bi heskirinek mezin dixebitin'

Her çendî her jinek xwediyê çîrokek cudabe jî di nava baxçeyan de komkirina fêkî û zebzeyan jî wan digihîne hev. Gulistan a 17 salî û xwişka wê Kurdistana 20 salî ku di dema qedexeya derketina kolanan de ji Silopî hatine li Westanê bicîhbûne di nava baxçan de dixebitin. Her du xwişkên berê jî di baxçeyan de xebitiyîn û heqdesta xwe her dem ji bo xwişk û birayên xwe rakirine, niha jî bi baldarî kar dikin. Kurdistan da zanîn ku li gel zoriyan jî ew bi heskirin karê xwe dikin û li bena roja çuna Silopiya ne.

'Bi jinan re xebat mirovan şanaz dike'

Suzan Kiyak (19) ku ew jî di nava baxçeyan de dixebite got: “Em serê sibê saet 7’an tên nava baxçeyan heya êvarî saet 6’an dixebitin. Li gel jinan xebitîn û pere qazanc kirin min şanaz dike. Em xwarina xwe ya nîvro bi hev re amade dikin û dixwin. Em her yek ji deverekê hatine li vê derê hev nas dikin. Ez jî li gel xwişka xwe ji Şaxê têm. Her çendî şertên xebata me zore jî em bi heskirin dikin.”

(zt)