Jinên Til Temirê dest bi kelandina genimê kirin

09:02

Jînda Azad /JINHA

TIL TEMIR–Jinên Til Temirê ji bo amedekariya zivistanê beroşên mezin danîn ser agir û ji bo çêkirina sindik, savar û simîd genimê xwe kelandin.

Genim yek ji berhemên herî pîroz û dewlemend ya axa Mezopotamyayê ye. Axa bi bereket û germahiya dijwar a rojavayê Kurdistanê, zevî tejî simbilên genim kirin. Jinên bajarê Til Temir bi hatina demsala payîzê re dest bi amedekariya xwe kirin. Jinên ku zend û bendê xwe hildan, beroşên mezin danîn ser kuçikan, agireke geş vêxistin û ji bo zivistanê genim dikelînin.

Yek ji jinên ku genimê dikelînêe Fedîle Sedûne. Fedîleyê diyar kir ku ew kedên mezin ji bo amedekariya zivistanê didin û wiha qala kelandina genimê kir: "Destpêkê me genimê xwe paqij kir, li bêjingê xist û niha jî dikelinîm. Piştî ku baş keliya, em ê raxin ber rojê ku hişk bibe. dema baş zuha bû, em ê bidin hev û bişînin aşê ku were hêrandin. Piştî wê jî kare cihêkirina savar, xişan, simîk û sindikê destpê dike. Ev kar tev ji bo hazirtiya zivistanê tê kirin."

Îlham Mihemed jî da zanîn ku divê mirov pêdiviyên jiyanê bi kedê xwe pêk bîne û wiha got: "Her tiştê mirov bi destên xwe çêdike xweştir û paqijtir e. Ji genim gelek cûre wek savar, beloyî, sindik û xişan tê çêkirin. Em jî bi keda destên xwe van amade dikin û di çileya zivistanê de, li gel malbata xwe dixwin."

(en/rc)